ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
- rojane
- 09:00 03/7
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu diyar kir ku derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike û wiha got: “Ji bo pêvajo baş were fêmkirin, divê dewlet bikeve nava hewldanan. Rêya vê jî azadiya Rêber Apo ye.”
Çetîn Arkaş ku tehliyeya wî 8 caran hatibû taloqkirin û di Sekreteryaya Îmraliyê de cih digirt, ji girtîgehê derket.
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê, Hevşaredara Silopiyayê Jiyan Ormanliyê bi daxwaza îxrackirinê sewqî dîsîplînê kir.
Li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê şewat derketin û xebatên ji bo vemirandina şewatan didomin. Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin.
4 kesên ku di lêpirsîna Kovara Lemanê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
DFG û MKG ji bo piştevaniya bi nûçegihana me Zeynep Durgutê re, li Şirnexê çûn serdanê.
Zaroka bi navê S.K. astengdara zêhnî ye û çûbû Nexweşxaneya Dewletê ya Qereçobanê, rastî êrişa zayendî ya bijîjkê nobedar Îlyas Yilmaz hat. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş li dijî êrişê banga têkoşîna hevpar kir.
Di danişîna doza Cûma Kaplanli de ku li Rihayê ji ber sûcê tecawizkirina zarokekê tê darizandin, biryara domandina rewşa girtî hate dayin.
Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhejeke nû çêbû
Têkildarê rêvebirên Kovara Lemanê de ku bûbû hedef, lêpirsîna darayî hate destpêkirin.
Meclisa Giştî ya Agiriyê ya DEM Partiyê, têkildarî nelirêtiyên Îdareya Taybet a Bajêr daxuyanî da û got: "Em ê beşdarî van nelirêtiyan nebin. Em ê destûrê nedin ku pereyê gel bê peşkeşkirin.”
Şandeya bi daxwaza serdana Abdullah Ocalan hatiye Stenbolê ev bang kir: “Ji bo pêvajoya demokratîk bigihije potansiyela xwe ya tam, divê birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî bêşer bên berdan.”
Platforma Jinan a Wanê ji bo danişîna doza zarok E.A. ku tecawiz lê hatibû kirin û neçarî întîharê hatibû kirin, banga tevlibûnê kir.
Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, ji bo daxwazên xwe yên têkildarî pêvajoyê ragihînin dê ji gelek bajaran ber bi Meclisê ve bimeşin. Endama Însiyatîfê Fatma Koçyîgît diyar kir ku dê ji bo aştiya civakî têbikoşin.