ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya rêxistina Şirnexê de axivî. Bayindir, diyar kir ku bi pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re bêhtir nêzî azadiyê ne û got ku yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û mezinkirina xwebirêxistinkirinê dê bi ser kevin.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê li eywaneke dawetan a bajar 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye” û “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
‘DIVÊ EM RÊXISTINIYA XWE PÊK BÎNIN’
Piştre jî Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, di serî de gotinên Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Birêz Ocalan dibêje ev pêvajo barekî dide ser milê me, ji ber ku me azadiya xwe bi dest nexistiye, azadî li pêşberî me ye û li bendê ye em destê xwe dirêj bikin. Ji ber vê yekê divê em rêxistinbûna xwe pêk binîn. Ev bar îro li ser milê me hemûyan e. Ji bo ev pêvajo biserkeve dîsa hewceyî bi tifaqê heye. Tifaqa ewil bi gelên din re divê pêk were û tifaqa duyemîn tifaqa navxweyî ye.”
‘GEL XWEDÎ LI BANGA OCALAN DERKET’
Bi domdarî Bayindir bal kişand ser xwedîderketina li banga Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî banga birêz Ocalan gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê xwedî li vê bangê derket û em bi hêvî ne ku ev xwedîderketin bi azadiya her çar parçeyên Kurdistanê tacîdar bibe.”
YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURD
Di berdewamê de Bayindir da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoyê hewceyî bi xebatek zêde heye û ev tişt anî ziman: “Divê li ser nasnameya Kurd û nasnameya Kurdistanê em xebatan bikin da ku tifaqa Kurdan pêk binîn. Demek dirêj e xebatên me yên ji bo tifaqê didomin. Îro em li Kurdistanê bi hemû partiyên xwe gihiştine astekî û ji bo yekitiyê divê Kongreya Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê pêk were. Ev pêvajo bi berxwedana gelê Kurd û tevgera wê dest pê kir û dê bi xebat û berxwedana me jî bi serkeve. Ev pêvajo ji demên bihûrî zêdetir çalakî û yekitiyê dixwaze. Em ê xwe bigihînin her kesî ku tev li vê pêvajoyê bikin.”
Bayindir, destnîşan kir ku banga Ocalan xeyalên têkoşerên sedsal berê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Bangewaziya Rêberê Gelê Kurd, banga Ehmedê Xanî ye, banga Şêx Seîd e, banga Seyîd Riza ye, banga Mele Mûstafa Barzanî ye. Em xwe dispêrin tekoşîna dused salên dawî, xwe dispêrin têkoşîna 52 salên dawî ya ciwan û gelê Kurd. Îro jî dijminatî berdewam dike. Li Cûdî, Gabar û Bestayê bi talana xwezayê dijminatiyê dikin. Îro ger ji bo taziyeyên zarokên vî gelî mala taziyeyê neyê dayîn ev dijmanatî ye. Lê ev ji bo me ne asteng in. Ji ber ku em ji dijminatiya wan mezintir in, em ê bi berxwedana xwe hemû astengiyan têk bibin. Ji îro pêde ger em jiyanekî bijîn, ew jiyan divê bi azadî û aştiyek bi rûmet be. Ger ne wisa be, em ê jiyanek bêrûmet qebûl nekin.”
HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN
Piştre raporên fealiyet û darayî hatin xwendin. Di hilbijartinê de Pinar Akil û Îbrahîm Sakur weke Hevserokên DBP’a Şirnexê hatin hilbijartin.