Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku an ew ê têkiliyên Kurd û Tirkan li ser bingeheke demokratîk jinûve saz bikin an jî dê di nava senaryoya karesatê ya Rojhilata Navîn de pûç bibin.  

Endamên Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiyan. Beriya lidarxistina civînê, Bakirhan daxuyanî da. 
 
‘ROJHILATA NAVÎN LI RÊGEHA XWE DIGERE’ 
 
Bakirhan, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Li herêmê geşedanên rûxîner hene. Dinyayeke nû, Rojhilateke Navîn a nû tê dîzaynkirin. Hem siyaseta kûrewî hem jî ya Rojhilata Navîn ji xwe re li rêgeheke nû digere. Ûkrayna ji ber şer dişewite, Xeze ji ber êrişên Îsraîlê xwîn jê diherike. Rewşa Iraqê nediyar e û bi êrişên Îsraîlê û polîtîkayên ewlehiyê re Îraneke aloziyên piralî dijî heye. Geşedanên pir mezin ên me tevekan eleqedar dikin diqewimin. Rojhilata Navîn, bi pêşengtiya welatên Kendavê bi şer tê dîzaynkirin.
 
Tifaqên berê yek bi yek têk diçin û tifaqên nû tên avakirin. Lêgerînên dîplomasî û ewlehiyê yên nû didomin. Bêguman di navenda vê serdema nû de korîdorên enerjiyê û hevsengiyên hêzê hene. Li Rojhilata Navîn hêzên xwe neguherînin nikarin xwe li ser pêyan bigirin. Divê ev rastî baş were dîtin. Biryara veguherînê ya dîrokî ya PKK’ê, di esasê xwe de mirov dikare bibêje berhema xwendina vî bayê kûrewî ye. Hem Tirkiye hem jî Rojhilata Navîn, hem Rojhilata Navîn hem jî dinya hewl dide di vê bagera jeopolîtîk de ji xwe re rêgeheke nû xêz bike. Tam di vê rewşê de du rê li ber pêşiya me hene; an dê krîz û kaos bidome an jî em ê di rêya silametiyê de aştiya Tirkiyeyê pêk bînin û di vê rêgehê de pêş bikevin. Em di qonaxeke wiha krîtîk de ne. 
 
Di 22’yê Cotmehê de gava birêz Bahçelî avêtî, di 27’ê Sibatê de banga birêz Ocalan kirî, îradeya birêz Erdogan raber kirî û her wiha biryarên kongreyê yên PKK’ê di 12’ê Gulanê de ragihandî girîng bûn. Van gavan, girêka nîvesre didome vekir. Berê pisûleyê ji şer da aştiyê. Êdî ne rêya felaketê lê ya silametiyê hat hilbijartin. Berpirsyartiya me ye ku em vê aştiyê di demekî herî nêz de bigihînin encamê. Her ku em dereng dimîin, windahiyên canî û malî didomin. Em bi tercîheke dîrokî re rû bi rû ne. An em ê têkiliyên Kurd û Tirkan li ser bingeheke demokratîk jinûve saz bikin an jî dê di nava senaryoya karesatê ya Rojhilata Navîn de pûç bibin. 
 
PÊVAJOYABAZARIYÊ NÎNE, MESELEYA HEBÛNÊ YE’
 
Bi pêvajoa ji 22’yê Cotmehê ve dest pê kir û bi banga birêz Ocalan re derket lûtkeyê re deriyê rêya silametiyê jî vebû. Heke em bikarin ji vî derî têkevin hundir, dê Rojhilata Navîn û herêm bêhnekê bistîne. Ji Amedê heta Edîrneyê, ji Êlihê heta Îzmîrê li vê xakê firsenda avakirina pêşerojeke hevpar derket holê. heke em bikarin vê firsendê bi kar bînin, ne tenê Tirkiye, em ê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî modêleke demokratîk a mezin biafirînin. Hin kes vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke pêvajoya bazariyê dibînin. Lê ev ne bazarî ye, meseleya hebûnê ye. 
 
EM TIRKIYEYÊ JI BO SEDSALA NÛ AMADE DIKIN 
 
Hewceye bi vê cidiyet û nêzikatiyê em nêz bibin. Di demeke ku dînamîkên kûrewî û herêmî diguherin de em tenê ne meseleya Kurd çareser dikin. Em Tirkiye û herêmê jî ji bo sedsala nû amade dikin. Em wiha mezin difikirin lê hin kes li pey hesabên biçûk in. Dixwazim dîsa bangî kesên dijbertiyê li pêvajoyê dikin bikim; ji bo îqbala xwe ya şexsî vê hêviya aştiyê têk nebin. Ji kerema xwe êdî li ser vê xakê tirs û paronayê şîn neafirînin. Ji Qersê heta Edîrneyê, ev polîtîkaya cihêkariyê bi xwe re tenê êş û hêsiran tîne. Heke em nezanin bi hev re bijîn, em ê bi hev re ber bi karesatê ve biçin. Binêrin, birêz Ocalan di hevdîtina dawî de giştekî girîng got û bangekî krîtîk kir. Dibêje; ‘Hin kesên dema li ser mafên herî însanî yên Kurdan nîqaş tên kirin, dema rewşekî erênî çêdibe qiyametê radikin hene. Ev kes, astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêkvejiyanê ne.’ Em jî tev li dibin. Em dixwazin bala 86 milyon însanên xwe bikişînin ser vê. 
 
BILA ÇEK BÊDENG BIBIN SIYASET BIAXIVE
 
Hevalên hêja; di 12’ê Gulanê de biryara PKK’ê ya kongreyê heye. Ne tenê qedera rêxistinekê, ewqas girîng in ku dikare qedera erdnîgariyekê biguherîne. Ev biryar jî banga ‘bila çek bêdeng bibin, siyaset biaxive’ ye. Em îro bêhtir nêzî vê hêviyê ne. Divê em li dijî vê biryarê pir bi kelecan bin. Divê em heta dawiyê piştgiriyê bidin aştiyê. Ev biryar, di heman demê de lêgerîna jinûvesazkirina têkiliyên Kurd û Tirkan a li ser perspektîfa welatên hevpar e û lêgerîna çareseriya aştiyane ye. Heke ev firsend were nirxandin, dê ji bo me tevan deriyê Tirkiyeyeke nû, firsendeke nû û jiyaneke nû vebe. Bingeheke ku pêvajoya nû xwe dispêrê heye ku ew jî demokrasî ye. Di civaka demokratîk de çek tune ne. Heke çek biaxivin wê demê demokrasî bêdeng dibe. Heke demokrasî biaxive, çek bêdeng dibin. Aştî, demokrasiyê mezin dike, demokrasî jî dê bibe temînata pêkvejiyana Kurd û Tirkan. 
 
BAL KIŞAND SER PEYMANA NÛ
 
Birêz Ocalan, di peyama xwe ya nû de balê dikişîne ser peymaneke nû û hiqûqa xwişk-biratiyê. Ev, di heman demê de mifteya pêşeroja me ne. Ev peyman ne belgeyeke jirêzê ye, teahûdeke civakî ye. Pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê tenê bi peymaneke civakî pêkan e. Birêz Ocalan, her tim têgeha xwişk-biratiyê ya klasîk kêm dît. Têgeheke ku me her tim dubare dikir lê tu kesî pê nedikir bû. Şêweyeke peymanê ya bêhtir temînata wê heye û bêhtir wekhevîparêz parast. Dema dibêje ‘yek jê bêqedir nabe’, tam jî balê dikişîne ser qedera me ya hevpar. Xwişk-biratiya ku Ocalan balê dikişîne ser, hiqûqa wekheviyê ye. Temînata jiyana demokratîk û hevpar e. Bêguman mitbaxa vê peymana nû jî Meclis e. Di esasê xwe de partiyên siyasî û derdorên civakî yên me heta niha pê re hevdîtin kirine jî wisa dibêjin. Navnîşana hiqûqa xwişk-biratiyê, Meclis e. Aştî û veguherîna demokratîk tenê dikare di bin sîwana Meclisê de watedar bibe. 
 
MECLIS TEMÎNATA PÊVAJOYÊ YE 
 
Meclis, di heman demê de venêra pêvajoyê û şefafiyê ye: Pêvajoya 2013-15’an tê bîra we jî; yek ji kêmasiyên herî mezin ku belkî divê em ji ber wê rexnedayîna xwe bidin jî, di asta tê xwestin de tevlinekirina Meclisê bû. Hewceye em vê kêmasiyê dîsa dubare nekin. Birêz Bahçelî pêşniyar kir ku li Meclisê komîsyon were avakirin. Ev girîng e. Em jî di vê çarçoveyê de bi partiyên siyasî re hevdîtinan dikin. Em ê li van eywanan lijneyên xwe bicivînin. 
 
PARTIYÊN SIYASÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN
 
Her kes bi rola dîrokî ya Meclisê bawer e. Tevahiya partiyên siyasî yên me pê re hevdîtin kirine, îşaret bi zemîna Meclisê dikin. Wê demê hewceye her kes pêşniyarên xwe yên çareseriyê êdî pêşkeş bikin. Rexnekirina rêveçûna heyî bi tena serê xwe têr nake, li şûna wê bila her kes pêşniyarên xwe bi raya giştî re parve bike. Raya giştî mereq dike ka di vê pêvajoyê de kî çawa difikire. Êdî tu lukseke me ya ji bo windakirina dem tune ye. Em nikarin xwe di kitekitan de xeniqînin û rastiyan beravajî bikin. Di vê pêvajoyê de şert e ku di ziman, kirin û nêrînan de jidilbûnek hebe. Hewceye em tevek jî zimanekê sûdewer bi kar bînin. Em hewl didin wisa bikin. Hevkêşeyên cîhanê û dînamîkên Rojhilata Navîn dê bi vê pêvajoyê re biguherin. Her kes bi baldarî lê temaşe dike. Derdorên tarî yên ketine kêmînê jî hene, divê em li dijî provokasyonan hişyar bin. Civaka Tirkiyeyê divê rê nede van derdorên tarî, dijminên pêvajoyê û ji bo îqbala xwe li dijî pêvajoyê disekinin. 
 
AVAKIRINA PIRAN PEYWIRA ME YE
 
Banga 27’ê Sibatê û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê deriyê serdemeke nû vekirin. Di vê serdemê de herî zêde jî bar dikeve ser milê endamên me yên PM’ê anku milê me. Berpirsyartiyeke mezin ket ser milên me û barê me giran bû. Divê her endamekî/a me ya PM’ê bi zanebûniya vê berpirsyartiyê tevbigere. Divê bajarên me jî xwe li benda plansaziyên ji navenda giştî tên negirin û yekser dest bi xebatên rêxistinkirinê bikin. Hewceye em vê pêvajoyê vebêjin û bidin fêmkirin. Ji bo ev pêvajo bigihije encamê divê em pir zêde bixebitin. Xebata civaka demokratîk û aştiyê ya di vê pêvajoyê de hewceye ne tenê ji bo girseya me were kirin, divê ji bo hemû derdorên civakê, li her bajar û navçeyên Tirkiyeyê bên kirin. Ev, berpirsyartiya me ye. Jiholêrakirina fikaran, karê PM û lijneyên me ye. Qanehkirina civakê, wezîfeya me ya sereke ye. Avakirina piran jî berpirsyartiyeke me ya sereke ye. Ji bo vê jî hewcehiya me bi zimanekî rast û şêwazekî rêxistinkirinê ya rast heye. 
 
EM Ê XWE BIRÊXISTIN BIKIN
 
Dema em dibêjin serdem û siyaseteke nû, di esasê xwe de em balê dikişînin ser vê tiştê. Divê em ne zimanekî polemîkê, divê em zimanekî parvekirinê bi kar bînin. Divê em cihêkariyê nekin, zimanê tevlikirinê bi kar bînin. Ne zimanê dabeşkirinê, divê zimanê hembêzkirinê bê bikaranîn. Em ketin serdemeke wiha. Divê em ji 86 milyon welatiyan re destkeftiyên aştiyê û civaka demokratîk baş vebêjin. 
 
Em ji bîr nekin ku serkeftina pêvajoyê girêdayî zîrektiya me ya rêxistinkirinê, hêza me ya qanehkirina civakê ye. Heke em bikarin baş birêxistin bikin û bikarin civakê qaneh bikin, dê mezintirîn astengiya heyî ji holê rabe. Her destê me yê li deriyan dixe û her gotina me ya dilê gel xweş dike dê bibe birêxistinkirina xwişk-biratiyê.” 
 
 
 

Sernavên din

13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan