‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'

  • rojane
  • 10:12 22 Gulan 2025
  • |
img
ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku girtîgeh veguherîne qadên qutbûna ji jiyanê û got: “Li girtîgehan, rejîmeke mirinê ya bêdeng hatiye avakirin. Ev ne tenê terkexemî ye, di heman demê de stratejiyeke kuştinê ye ku bi rêya xespkirina mafê tedawiyê tê kirin.”
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam in. Astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û taloqkirina tehliyeyan, yek ji binpêkirinên sereke ne. Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan di 1’ê Mijdara 2024’an de pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê û xwest ku hejmara girtiyên siyasî û edlî yên di navbera 24’ê Tîrmeha 2023’yan û 2024’an de jiyana xwe ji dest dane were aşkerakirin. Wezareta Dadê jî di 13’ê Adarê de bersiva pêşnûmepirsê da û got ku ji 24’ê Tîrmeha 2023’yan heta 20’ê Kanûna 2024’an hezar û 26 girtiyên edlî û siyasî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Newroz Uysal Aslan, têkildarî daneyên wezaretê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivî. Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku mirinên li girtîgehan êdî ne bûyerên munferît in lê veguheriye rewşeke sîstetamîk û got: “Ev rewş, nîşan dide ku girtîgeh ne tenê cihên bêparhiştina ji azadiyê ye, her wiha veguherîne qadên qutkirina ji jiyanê.” 
 
POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ 
 
Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku divê rewşa heyî ne bi îxmalên şexsî yan jî qelsiya îdareyê were nirxandin û ev tişt anî ziman: “Ev yek kêm dimîne. Sedema vê ew e ku îktîdarê polîtîkaya girtîgehan li ser bingeha tecrîd û îzolasyonê ava kiriye. Mafên girtiyan, weke lûtfekê yan jî weke amûra teslîmgirtinê tên bikaranîn. Vê yekê jî girtîgeh veguherandiye cihên ji mirovahiyê dûr, sar û ji mekanîzmaya venêrîn û disiplînê dûr. Ev nêzikatî, li rexekî mafê jiyana însanî ya girtiyan ji holê radike û teslîmgirtin û serîtewandinê li girtiyan ferz dike. Feraseta cihêkariyê dike, li girtîgehan ne jiyan, rejîmeke ku mirinê domdar dike afirandiye.” 
 
'NE QELSIYA RÊVEBERIYÊ YE, BI ZANEBÛN TUNE DIKIN’ 
 
Bi domdarî Newroz Uysal Aslan got ku girtîgeh li dijî girtiyên siyasî mîna laboratuara disiplînê tên bikaranîn û wiha pê de çû: “Bi vê yekê re îktîdar ne tenê bedenê, her wiha hafize, berxwedêrî û hêviyê jî dike hedef. Rewşa derdikeve holê ne qelsiyeke rêveberiyê ye; berevajî vê, encama stratejiyeke tunekirinê ya bi zanebûn, plankirî û îdeolojîk e.” 
 
Newroz Uysal Aslan, daxuyand ku mercên girtîgehan dibin sedem ku girtî nexweş bikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mercên fîzîkî, zextên psîkolojîk, îzolasyon, nebûna hîjyenê û rewşa domdar a alozbûnê bi demê re girtiyan pir neyînî bandor dike. Lêbelê nexweş ketin tenê xeleka ewil a vê zincîrê ye. Gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û lewma nexweşiyên wan giran dibin. Yek ji sedemên sereke ya rê li ber zêdebûna mirinan vedike jî ev e. Sewqên girtiyên nexweş ên ji bo nexweşxaneyê bi keyfî tên astengkirin. Daxwaza wan a revîrê tê vehêlandin. Di dema muayeneyê de ferzkirina kelemçeyê û sepana lêgerîna nava dev a bi destê cendirmeyan tê ferzkirin, sepanên binpêkirina rûmeta mirovan e. Ev zext, bi taybet jî ji ber ku ji hêla girtiyên siyasî ve nayê qebûlkirin, mafê wan ê tedawiyê bi awayekî fiîlî ji holê tê rakirin. 
 
Binpêkirina mahremiyeta bijîşk-nexweş, revîrên ne bihîjyen, nedayina dermanan a di demê xwe de, peydanekirina xwarin û ava paqij, tedawiyê asteng dikin. Nabe ku temamiya van sepanan tenê weke ‘binpêkirin’ bên dîtin; ev, parçeyên terîceheke polîtîk a sîstematîk e. Li girtîgehan, rejîmeke mirinê ya bêdeng hatiye avakirin. Ev ne tenê terkexemî ye, di heman demê de stratejiyeke kuştinê ye ku bi rêya xespkirina mafê tedawiyê tê kirin.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Newroz Uysal Aslan da zanîn ku Fevzî Aslan ê li Girtîgeha Suluca ya Edeneyê tê ragirtin, di navbera 5’ê Tîrmeha 2024’an û 2’yê Gulana 2025’an de tam 18 caran xwestiye sewqî nexweşxaneyê were kirin lê tenê 3 caran hatiye şandin û 15 caran ji ber redkirina sepana lêgerîna nava dev nehatiye şandin. Newroz Uysal Aslan, got: “Ev yek, binpêkirina mafê jiyanê ye. Bi kurtasî, girtîgeh ne tenê cihê ragirtinê ne, her wiha cihên nexweşî lê tên afirandin, cihên tedawî lê tê astengkirin û bi aşkerayî kes lê dimirin in. Rejîmeke wiha ye. Heta ku em vê rewşê nebînin, em nikarin polîtîkaya tu girtîgehan, binpêkirinên mafên mirovan û rêjeyên mirian bi tendurist binirxînin.” 
 
LI SER MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN LÊKOLÎN NAYÊ KIRIN 
 
Newroz Uysal Aslan, got ku îktîdar mirin û “mirinên biguman” ên li girtîgehan lêkolîn nake û hewl dide bi gotinên weke “mirina xwezayî”, “întîhar”, “krîza dil” û têgehên razber îfade bike û van dosyayan digire. Newroz Uysal Aslan, wiha domand: “Lê em dizanin ku gelek mirin, encama binpêkirinên sîstematîk û zanebûn in. Necezakirin li vir ne tenê encamek e; her wiha veguheriye rêbazekê. Weke ku hûn jî dizanin Abdulkadîr Kuday nexweşê ALS’ê ye; tevî serlêdanên ji bo tedawiyê, tevî rewşa wî giran bû û tevî me li ser raya giştî re ewqas parve kir jî ne tedawiyeke wî ya li gorî rûmeta mirovan hate krin ne jî ji bo tedawî bibe hate berdan. Der heqê Kutay de ku dema mirov behsa kîloya wî dike jî dixitime, gotin ‘ji bo civakê xetere ye.’ Gotin, ‘cezayê wî muebbeta girankirî ye lewma çi dibe bila bibe dê di tevahiya jiyana xwe de li hundir be.’ Anku li pêş çavên civakê mirineke bi demê re hatiye vehêlandin bi civakê dan temaşekirin.” 
 
'ER HEJMAREK DÊ BIBE MIKÛRHATINEKE ŞERM Û FIHÊTIYÊ’ 
 
Newroz Uysal Aslan, bi lêv kir ku wezaret daneyan vedişêre û ev tişt anî ziman: “Hejmar nayên aşkerakirin ji ber ku her hejmarek dê bibe lixwemikûrhatineke şerm û fihêtiya wan, dê bibe îtîrafa şirîkatiya bi vê rejîma sûc re. Ev ne tenê veşartina daneyan e; her wiha manîpulekirina rastiyê ye. Heke şefafî nebe, edalet jî nîne. Daneyên wezaretê parve kirin, navê karesat û qetlîamê ye. Her roj du kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û hêj jî ji vê re dibêjin pergala înfazkirina cezayê. Dewleta ku ji mafê jiyanê berpirsyar lê naparêze çawa dibe dewleta hiqûqê? Tişta em qala wê dikin ne hejmar e, can e. Navê vê sîstema her roj du can tên tunekirin ne pergala înfazkirinê cezayê ye, ev bi aşkerayî polîtîkaya tunekirinê ye.” 
 
'HETA SIYASETA MIRINÊ TERK NEKIN DÊ AŞTÎ ÇÊNEBE’ 
 
Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina mirinên li girtîgehan divê girtiyên nexweş bên berdan, sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên bidawîkirin, makanîzmayên venêrînê yên serbixwe bên avakirin û wiha got: “Heke li girtîgehan maf, hiqûq û jiyan tune be, li derve jî azadî nabe. Têkoşîna me ne tenê ji bo kesên li hundir e, ji bo me tevan e. Ji ber ku heke bêdengiya li hundir mezin bibe, dê wijdana li derve jî kerr bibe. Rêya ber bi aştiyê ve, li zindanan dest pê dike. Ne bêdengiyê, em mecbûr in berxwedanê mezin bikin. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û divê neyê jibîkirin ku aştî tenê bi mafê jiyanê dest pê dike. Ev mafê jiyanê biqasî fîzîkî, ewqas jî çandî, siyasî û civakî ye. Li dijî her hewldana tunehesibandin û tunekirina li dijî ziman, çand û hebûna kolektîf divê mafê jiyanê were parastin û destpêka vê jî hebûna jiyana fîzîkî ye. Lewma jî heta zindan neyên valakirin, heta dev ji siyaseta mirinê bernedin dê aştiya civakî jî çênebe.” 
 
Newroz Uysal Aslan, da zanîn ku di demên dawî de li girtîgehan sepanên ku dikare weke provakasyonê bên pênasekirin ketine meriyetê û axaftina xw wiha qedand: “Weke mînak; li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tevî ku asta puana ‘başhaliyê’ zêde jî ye, tehliyeya girtî Ahmet Bayna 4 caran hate taloqkirin. Herî dawî lijneyê pirsa ‘Niha pêvajoyek didome,... heke PKK fesix bibe û rêxistineke mîna wê ava bibe, gelo dê tev li bibî?’ jê kirin e. Ev mînak rewşê vedibêje.” 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan