AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û gotin: “Ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje. Bang li Ocalan dikin ku were Meclisê lê nayê berdan. Divê azad bibe ku pêvajo bikare pêş bikeve."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser vê bangê, PKK’ê kongreya xwe civand û ragihand ku “xebatên xwe bi dawî kiriye.” Piştî banga Abdullah Ocalan û aşkerakirina biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê, çav li dewletê ye ku gavan biavêje. Me jî geşedanên heyî ji xelkê Amedê pirsî. Welatiyan gotin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo baweriya bi pêvajoyê girîng be.
‘HEWCEYE DI QANÛNAN DE SERERASTKIRIN BÊN KIRIN’
Ji welatiyan Servet Yildiztekîn, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e û di bingeha pirsgirêkên hiqûqî û aborî de jî ev pirsgirêk heye. Yildiztekîn, got ku pirsgirêka Kurd ev sed sal e didome û divê ev pirsgirêk bi awayekî zelal û bi erêkirina gel were çareserkirin.
Yildiztekîn, got: “Em aştiyê dixwazin. Heke mafên gelê Kurd bihatina dayin jixwe em îro li ser vê meseleyê nediaxivîn. Di bingeha vê pirsgirêkê de dewlet heye. Dewletê derfet ava nekirin ku gel jî piştgiriyê bide. Di navbera 2013-2015’an de pêvajoya aştiyê hebû. Yek dilopek xwînê nerijiya. Ma kî ji vê rewşê xemgîn bû? Berevajî vê, her kes keyfxweş bûbû. Piştî 10 salan careke din firsendek derket holê. Bila aştî bibe û şer bi dawî bibe. Em bangî dewletê dikin; divê mercên pêwîst bên avakirin, tecrîd were rakirin û di qanûnan de sererastkirin bên kirin. Wê demê aştî dê pir zû were.”
'DIVÊ RÊBER APO AZAD BIBE’
Necmettîn Çolak jî destnîşan kir ku hewceye aştiyeke mayinde bikeve meriyetê û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd, Rêber Apo û PKK mîna hev difikire. Lê dewlet pir giran tevdigere. Hêj gavên şênber neavêtiye. Heke ji bo aştiyê gavê biavêje dê ne tenê ji bo me biavêje. Ji bo dewletê jî ya rast ev e. Heke em îro bi Kurdî biaxivin û bijîn, ev encama têkoşîna Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) û şehîdan e. Em li dibistanan hînî Tirkî bûn. Nexwe me bi Tirkî nedizanî. Em Kurd in lê hatin asîmîlekirin. Em hatin înkarkirin. Heta ku Rêber Apo azad nebe aştî nayê vî welatî. Divê Rêbertî û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
DIVÊ KÎJAN GAV BÊN AVÊTIN?
Ramazan Başkan jî got ku divê şer bi dawî bibe û hêsirên çavên dayikan nebarin. Başkan, wiha domand: "Ji bo pêvajo baş pêş bikeve, divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, hemû girtiyên siyasî bên berdan û dewlet mafên gelê Kurd bide.”
Mazlum Abîrî jî daxuyand ku daxwaza wan a hemwelatiya wekhev heye û wiha got: “Bêyî ferq û cudahî divê tu dayikên Tirk, Kurd, Çerkes an jî yên din negirîn. Em daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin. Ez di pola 3’yan de hînî Tirkî bûm. Kesekî Tirk hêj di destpêkê de bi zimanê xwe perwerde dibe. Lê pergal me her duyan jî dixe heman ezmûnê.”
‘BANG DIKIN KU WERE MECLISÊ LÊ BERANDIN’
Welatiyê bi navê Ridvan Kizilay jî anî ziman ku ji bo berdana girtiyên siyasî û kesên ji ber dosyayên siyasî ji neçarî çûne derveyî welat dîsa vegerin, hewceye di qanûnan de sererastkirin bên kirin û got: “Divê Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Divê azad be ku bikare pêşengtiyê ji rêxistina xwe re bike û pêvajo bikare pêş bikeve. Bêyî wî tu kesek nikare tiştekî bike. Bang lê dikin ku were Meclisê lê hêj nehiştine azad bibe. Divê dewlet êdî gavan biavêje. Pêvajo, yekalî bi ser nakeve.”
Mehmet Polat ku dudil nêzî pêvajoyê dibe jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Heke ji dil bin, wê demê çima Rêbertiya (Abdullah Ocalan) me bernadin? Ji bo em ji dewletê bawer bikin divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Wê demê em ê bibêjin dewletê gav avêetiye. Lê niha tu tiştek nîne. Gelê Kurd perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze. Divê dewlet ji bo aştiyê tavilê gavan biavêje.”
Menduh Çolak jî daxuyand ku ew pêvajoya heyî weke gaveke erênî dibîne û zimanê hikûmet û medyayê rexne kir. Çolak, got: “Hêj jî zimanê wan gelek tûj e. Hêj dibêjin ‘em ê terorê biqedînin.’ Terora çi? Dinya alem dizane ka kî teror e. Yanî tu zimanê min qedexe dikî, tu her roj min qetil dikî û ser re jî kesê ji bo nasname û xaka xwe serî rakirî dibe ‘terorîst.’ Min serdema JÎTEM’ê dît, min serdema Hîzbulkontrayê dît. Ez baş dizanim ka kî ‘teror e.’ Muxatabê vê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. îro 6 milyon kesan ji bo wî îmze kom kirine û wî weke ‘Rêber’ dibînin.”
MA / Heval Onkol