Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin

  • rojane
  • 09:03 22 Gulan 2025
  • |
ŞIRNEX - Emîne Çagirga ku di şerê li bakurê Kurdistanê de 2 zarokên wê hatine qetilkirin, got: “Hêviya me ji pêvajoyê heye lê belê bi ser bangê re du meh derbas bûn. PKK’ê çek danîn lê dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Herî zêde jî malbatên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de zarokên xwe winda kirin piştgirî dan vê bangê. Yek ji van malbatan jî malbata Cemîle Çagirga ya 10 salî ye ku di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 4-12’ê Îlona 2015’an a li Cizîr a Şirnexê de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê di sarincê de hatibû sekinandin. 
 
Malbata Çagirgayê, di sala 1992’yan di encama êrişa li dijî malê de zaroka xwe Fatma Çagirga ya 10 salî jî winda kiribû. Dayika Cemîle û Fatma Çagirgayê, Emîne Çagirga têkildarî pêvajoya nû ji ajansa me re axivî. 
 
'DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
 
Emîne Çagirgayê diyar kir ku ew ji pêvajoya bi daxwaza çareseriyê hatiye destpêkirin keyfxweş in û got: “Demekî dirêj me tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nedigirtin, hevdîtin nedihatin kirin. Piştî geşedanan, hevdîtin hatin kirin. Vê yekê em keyfxweş kir û me jî ev pêvajo qebûl kir. Lê divê dewlet jî gavan biavêje. Ji bo serxistina pêvajoyê tiştekî nake. Em naxwazin dilê tu kesekê din bişewite. Dewletê ji malbata min û xizmên min 8 kes qetil kir lê tevî wê jî dibêjim ‘aştî.’ Dilê her dayikekê wekî hev e. Dema gotina ‘dayikê’ hate kirin av disekine. Lewma divê serokkomar êdî gavan biavêje. Bila aştî û azadî hebe. Bila nasname û zimanê me serbest be. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Êdî ne wekî dijminan, divê wekî xwişk-birayan nêz bibin. Zêdetirî 50 sal in dayik rondikan dibarînin. Polîs jî gerîla jî zarokên me ne. Ev welat, ev ax ya me tevan e. Heke tevî êşên xwe em qebûl bikin, divê ew jî qebûl bikin.” 
 
‘HEWCEYE MERCÊN ABDULLAH OCALAN BÊN BAŞKIRIN’ 
 
Bi domdarî Emîne Çagirgayê destnîşan kir ku ji bo pêvajo baş derbas bibe divê mercên fîzîkî yên Abdullah Ocalan bên başkirin û ev tişt anî ziman: “Ev meseleye dikeve ser milê serokkomar. Devlet Bahçelî got; ‘Bila Abdullah Ocalan bê meclisê û biaxive.’ Lê hêj jî mercên wî yên fîzîkî di çi halî de ne em nizanin. Li giravekê hatiye dîlgirtin. Divê were Meclisê û em tevek wî bibînin. Wê demê em ê bawer bikin ku jidil in. Hêviya me ji pêvajoyê heye lê bi ser bangê re 2 meh derbas bûn û tu gavên şênber nehatine avêtin. PKK’ê çek danîn lê dewletê hêj çi gavên berbiçav neavêtiye.” 
 
'EM AŞTIYA XWE BIKIN’
 
Emîne Çagirga, bi lêv kir ku ji destpêkê heta niha têkoşîna gelê Kurd li gel aştiyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Du zarokên min ên keç di demên cuda de ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Di nav lepên min de canê xwe dan. Lê dîsa jî dibêjim aştî. Ji roja Cemîle hatiye qetilkirin heta niha dewlet yek rojê jî li me negeriya, ji me lêborîn nexwest û faîlan hesab nedan. Lê tevî vê jî dibêjim ‘aştî.’ Gelê Kurd tişta diket ser milê xwer kir. Lê her tim dewletê gav neavêt. Bila gaveke birûmet biavêje. Bila aştiya xwe pêk bîne. Ma dê çima welatekî din, miletekê din bê aştiya me bike? Em bi xwe dikarin bikin. Bila dewlet rûnê ser maseyê. Bila birêz Ocalan bînin Meclisê û hemû dinya bibîne ku serokkomarê Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. Kîjan rê bi xêr be divê di wê rêyê de bimeşin. Muxatabê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Lewma divê mercên wî bên afirandin, were Meclisê û ew bi xwe vê pêvajoyê birêve bibe.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan