'Roboskî dibe ku destpêk be'
- analîz
- 11:30 27/12/2019
Di ser komkujiya Robaskî re 8 sal derbas bû. Lêgerîna malbatan a “edaletê” 8 salin didome. Malbat dê îsal di sala 8'an de 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser goristanê bibîr bînin. Ferhat Encu ku 3 salan girtî ma jî dê îsal beşdarî merasimê bibe. Encu, anî ziman ku armanc dikin ku ji nûve dosya dozê vekin û wiha got: “Ger ku em îtîrazek bi hêz bikin dibe ku Roboskî bibe destpêk."