Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin
- analîz
- 13:11 14/7/2020
Di ser hewldana 15'ê Tirmehê re 4 sal derbas bûn. Lê hêj berpirsiyarê esasî nehatine ronîkirin û cezakirin. Endamê Komîsyona Lêkolîna Hewldana Darbeyê yê CHP'ê Prz. Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku ji bo berpirsiyarên esil bên ronîkirin û aşkerekirin AKP dibe asteng. Prof. Dr. Cem Kaptanoglu jî anî ziman ku piştî hewldana darbeyê xwestin civak razî bibe, lê êdî civak ji vî halî razî nabe.