Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
- ciwan
- 11:22 23/4/2023
Ciwanan da zanîn ku Partiya Çepên Kesk hêviyê dide wan û gotin: “Wê ev bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê.”
Ciwanan da zanîn ku Partiya Çepên Kesk hêviyê dide wan û gotin: “Wê ev bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê bi tevlibûna Hevberdevka partiyê Çîgdem Kiliçgun Uçar çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Uçar wiha got: “Dînamîka sedsala nû, ciwan in. We nîşan da ku hûn kirdeya damezirandina serdema nû ne.”
Li Mûşê ciwanên ku ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin, diyar kirin ku ew doza jiyaneke azad dikin û gotin ku ji bo dawî li vê hepsîbûna li welêt bê ew ê biçin ser sindoqan.
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de yên ku hevsengiya hilbijartinê serûbin bikin ciwan in. Ciwanan diyar kir ku hilbijartin qadek têkoşînê ye û banga xwedî derketina li dor Partiya Çepên Kesk bibin xelek kirin.
Ciwanên ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî xebatan dimeşînin, diyar kirin ku bi kelecan in ku dê desthilata AKP’ê bişînin û bang li hemû ciwanan kirin ku berpirsyariya dîrokî bigirin ser xwe.
Koma repbêjan Kejoo, Reqso, Sîmyager û Ronî Artîn ji bo Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk strana “Hatin em” ji bo hilbijartinê amade kirin. Danasîna stranê hat kirin.
Meclisa Ciwanan a HDP’ê dibêje ew ê hemû hêza xwe bidin xebatên hilbijartinê ji bo Partiya Çep a Kesk û ji bo xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû dikevin tevgerê.
Ciwanan bal kişand ser fikarên ji bo siberojê û gotin ku bingeha van pirsgirêkan desthilata AKP'ê û MHP'ê ye û ji bo guherînê îşaret bi 14'ê Gulanê kirin.
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê û xebatkara kovara Modernîteya Demokratîk Semra Korkmaz jî di nav de îfadedeya li midûriyeta polîsan a 18 kesên di bin çavan de temam bû. Tê payin ku her 18 kes sibê sewqî edliyeyê bên kirin.
Meclisa Ciwanan a HDP’ê wê sibê bi rojeva hilbijartinê bicive û nexşerêya xwe aşkere bike.
Li navçeya Hezexê ciwanan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Di aktîvîteya bi dirûşmeya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ hate lidarxistin de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rola ciwanan a ji bo azadiya fîzîkî hat destnîşankirin.
Ciwanên ku li navçeya Hewagê ya Rihayê hatin ba hev, Newrozê pîroz kirin. Ciwanan li dor agirê vêxistin govend gerandin.
Li Geverê ciwanan bi dirûşmeyan agirê Newrozê vêxist.
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, ji bo zarokên mexdûrên erdhejê li Meletiyê "Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan" ava kirin.