SÊWAS - Wesayîta ku ji Rihayê ber bi Orduyê ve diçû û karkerên demsalî lê siwar bûn, li Sêwasê di rê de qeza kir. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.
Wesayîteke karkerên demsalî ku ji Rihayê ber bi Orduyê ve diçû, li navçeya Koçgirî ya Sêwasê qeza kir. Di qezayê de yek jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 jê bi giranî 21 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, komên tenduristiyê, leşker, komên agirkujiyê û AFAD'ê sewqî cihê qezayê hatin kirin. Piştî midaxileya ewil, kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Erdînes û Koçgiriyê. Cenazeyên welatiyên bi navên Abdullah Yilmaz, Zeliha Yilmaz, Hatîce Yilmaz û Îbrahîm Erol (12) jî rakirin morga nexweşxaneyê.