Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan
- rojane
- 12:46 12/4
HPG'ê daxuyand ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin û di bombebarankirina SÎHA'yan de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.
HPG'ê daxuyand ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin û di bombebarankirina SÎHA'yan de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak diyar kir ku ger ji bo "mafê hêviyê" sererastkirin neyên kirin ew ê rewşê ragihînin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Çakmak got ku amadekariyên serlêdana giştî ya li Meclisê dikin.
Abîdeya ku ji bo kesên di Komkujiya Gara Trenê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû çêkirin, hat texrîbkirin. Malbatan diyar kir ku berê jî êrişên bi vî rengî çêbûne û bertek nîşanî nedîtina kiryaran dan.
Rojnamegerên ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn tên darizandin wiha gotin: " Em ê bibin ziman û çalakiya heqîqetê û em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin."
Ahmet Başboga û Şakir Akkurt piştî 32 salan hatein berdan.
Danişîna ewil a doza 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwanan ku bi boneya protestokirina qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tên darizandin, hat lidarxistin. Danişîna dozê ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Ji kesên bi boneya çalakiyên li Saraçhaneyê hatin girtin ji bo 59’an biryara tehliyeyê hate dayin.
TJA’yê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan bi van gotinan bi bîr anî: “Em ê hêviyên aştî û azadiyê yên hemû dayikên xwe, bi avakirina civaka demokratîk tacîdar bikin.”
Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Girtîgehê Tîpa S û Y’ê û xwestin ev girtîgeh bên girtin.
Îstîxbarata rejîma Îranê li rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên Kurd binçav kir.
Li Sakaryayê di maleke prefabrîk de şewat derket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Komeleya Çandê ya Elewî Bektaşî ya Bodrumê bertek nîşanî komkujiya li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tê kirin da û giliyê kesên piştgiriyê didin vê komkujiyê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî têkildarî hevdîtina ku dê li Ummanê bi DYA’yê re bê kirin, wiha got: “Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê.”
Ramazan Karataş ku 32 sal bûn di girtîgehê de bû, hate berdan.