NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc di roja 27’an de berdewam kir û çalakvanan gotin ku heta rastî tên qebûlkirin dê mafên xwe biparêzin.
Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta Belucên ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine windakirin û berdana girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) hatiye destpêkirin, dir oja 27’an de didome.
Di çarçoveya çalakiyan de jinan heta ber deriyê Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê meş li dar xist. Di çalakiyê de posterên aktîvîstên Beluc û kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Çalakvanan, pankarta ku wêneyên aktîvîstên Beluc û nivîsa “Dawî li zexta civakî bîne. Lîderên BYC’ê berdin” li ser bû hilgirtin.
Piştî meşê daxuyanî hate dayin û wiha hate gotin: “Çalakiya me di roja 27’an de ye. Divê dewlet fêm bike ku bi hevrûnebûna rastiyan re xwe dixapîne. Heta ku rastî tên qebûlkirin dê miletê Beluc her tim parastina mafên xwe bike.”