Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
- rojane
- 09:06 31/3
Seroka MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku rojnameger Cejna Remezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin û got: “Li dijî êrişan divê rojnameger xwe bêhtir birêxistin bikin.”
Seroka MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku rojnameger Cejna Remezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin û got: “Li dijî êrişan divê rojnameger xwe bêhtir birêxistin bikin.”
Emre Onver ê YPS’î di dema qedexeya derketina kolanan a li Geverê de hatibû qetilkirin. Dewletê, malbata Onver da îcrayê. Bav Necmettîn Onver, got: “Hem kurê min kuştin hem jî pereyan dixwazin.”
Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena diyar kir ku bi ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê tu gav neavêtiye û got: “Ji bo aştî û civaka demokratîk divê li Meclisê komîsyonek were avakirin.”
Parastvanên hiqûq û mafên mirovan ên Rihayê diyar kirin ku divê dewlet bi berdana girtiyên nexweş û siyasî bersivê bide “Banga Aştî û Civaka Demokratîk.”
Serokê Federasyona 78’iyên Şoreşger Huseyîn Esenturk di bîranîna Mahîr Çayan û rêhevalên wî de axivî û got: “Tam jî dema Mahîrbûnê ye. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
Malbatên 5 YBŞ’iyên ji hêla Iraqê ve dîl hatine girtin, ji 14 welatan re name şandin û xwestin zarokên wan bên berdan.
Serokê DEP’ê yê Samandagê Mehmet Latîfecî ku hatibû qetilirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û got: “Heta ku alaya wan bi ser dikeve em ê vê têkoşînê mezin bikin.”
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya Cejna Remezanê çû serdana gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî agirbestê jî dewleta tirk di tevahiya meha Remezanê de êrişên xwe domand.
Çîçek Otlu ya DEM Partiyî di serdana goristanan a li Stenbolê de axivî û got: “Divê têkoşîn were mezinkirin û em nîşan bidin ku xeyalên wan nîvco nemane.”
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku hevkariya wan a bi muxalefetê re weke “sûc” tê nîşandan û got: “Ev ne meseleya CHP û HDP’ê ye, ev pirsgirêka demokrasiyê ye. Ev pêvajo, divê ji bo avakirina civaka demokratîk weke firsendek were dîtin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî û got: “Hêj jî rêya me ronî dikin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kampanyaya îmzeyan a li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dane destpêkirin, li Trabzonê ragihand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê gav neavêtine û got: “Kongre, tenê dikare bi pêşengtiya Rêber Apo bicive.”