Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
- rojane
- 10:59 15/7
RTUK'ê sedema cezayên ku li qenalên muxalif birî eşkere kir û parast ku qenal dikarin bi hincetên wekî "pergala cemaweriyê, ewlehiya cemaweriyê" bên sînordarkirin.
RTUK'ê sedema cezayên ku li qenalên muxalif birî eşkere kir û parast ku qenal dikarin bi hincetên wekî "pergala cemaweriyê, ewlehiya cemaweriyê" bên sînordarkirin.
mît Kaya yê ku yek ji wan kesên ku ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî di wesayîtên xwe de ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin û binçavkirin, got: "Polîsên sivîl ji min re gotin, 'hûn terorîst in' û serê me di ber me de tewandin."
Ajansa me dîmenên ku gava ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi qamyonan amûrên tibbî tên derxistin bi dest xist. Rêveberiya nexweşxaneyê û midûrê tenduristiyê têkildarî diziya amûran de xwe li bêdengiyê datînin.
Di avêtinên ser malan de yên bi navenda xwe Stenbol, li 9 bajaran 26 kes hatin binçavkirin. Di operasyona bi navenda xwe Îzmîr de der barê 372 kesan de biryara binçavkirinê hat girtin.
Serokê SOLDEP'ê Deniz Can Aydin diyar kir ku ew ê "Komîsyona Aştî û Demokrasiyê" ava bikin da ku pêvajoyê ji raya giştî re rave bikin û got: "Divê pirsgirêk li ser bingehên qanûnî, siyasî û hiqûqî were çareser kirin."
Dr. Şêrko Heme Emîn ku di nav şandeya KNK'ê de bi rêveberên PJAK'ê re civiya, diyar kir ku armanca wan ew e ku hemû pêkhateyan ji bo yekîtiya neteweyî bînin cem hev û got: "Aştî, azadî û wekhevî tenê bi yekîtiya neteweyî pêkan e."
Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amed Baver Mizrak diyar kir ku divê çekberdana Koma Aştî û Civaka Demokratîk wekî "gaveke niyeta baş" were dîtin û destnîşan kir ku pêdivî bi guhertinên bilez ên qanûnî û destûra bingehîn heye.
Ekolojîstên ku piştgirîya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dikin, destnîşan kirin ku ev pêvajo derfetek e ji bo rawestandina êrişên li ser xwezayê.
Nagehan Avçil a OHD'î diyar kir ku ew ê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di meha Îlonê de daxuyaniyeke nû li ser "mafê hêviyê" bidin û wiha got: "'Mafê hêviyê' bi qasî hiqûqî be, dê ew qasî tevkariyê li pêvajoya civaka demokratîk bike."
Daxwaza girtiyê bi nexweşiya giran Emîn Gurban ji bo guhertina qawişê bi hinceta ku “Di girtîgehê de nûnertî kiriye” hat astengkirin.
Sekreterê TMMOB'ê yê Sêrtê Firat Şîmşek ku ji ber Newala Qesaba careke din ket ber îmarê bertek nîşanî qeyûm da, diyar kir ku bi planên revîzyonê yên îmarê tê xwestin ku bîra civakî ya herêmê bê tunekirin.
Taxa Keşlîka Mezin a Rihayê ku qada sîtê ye, bi gefa xeraca TIR'an a tê çêkirin re rû bi rû ye. Şêniyên bajêr ji vê rewşê ne razî ne.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di nava hefteyê de bi Ozgur Ozel, Devlet Bahçelî û Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike. Her wiha dê roja çarşemê saet di 11.00'an de jî bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, têkildarî nîşeyên tên îdiakirin têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ne, daxuyanî da û got: “Divê ji bilî daxuyaniyên şandeya me parve kirine, tu nîşeyên din esas neyên girtin.”