Serdanên ji bo şîna Onder dest pê kirin
- rojane
- 11:36 05
Serdanên ji bo şîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku li Stenbolê hatiye danîn, dest pê kirin.
Serdanên ji bo şîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku li Stenbolê hatiye danîn, dest pê kirin.
MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên meha Nîsanê aşkera kir û da zanîn ku 2 rojnamegerên jin hatine binçavkirin û 9 jî girtî ne.
Endama Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet Ozlem Gumuştaş bal kişand ser doza Pirsûsê û wiha got: "Em dibinin ku doz bêencam tê hiştin, dosya li refên bi toz hatiye hiştin.”
HSD’ê da zanîn ku hêzên wan êrişa DAIŞ’ê ya li çolterê Dêrazorê têk birine.
Welatiyên tev li merasîma definkirina cenazeyê Sirri Sureyya Onder bûn, diyar kirin ku Onder aştî ji wan re weke wesiyet hiştiye û gotin: “Têkoşîna wî dê bidome.”
Welatiyên ku di tevahiya rojê de çûn serdana şîna Sirri Sureyya Onder a li Amedê, soza “mezinkirina têkoşînê” dan.
Songul Kapanci piştî bi şertê kontrola edlî hate berdan, bi heman sedemê dîsa hate girtin. AYM’ê, ji bo dîsa girtina Songul Kapanci biryara binpêkirina mafê “azadî û ewlehiyê” da.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo Sirri Sureyya Onder pankarta “Oxir be qasidê roja me û aştiyê” daliqandin.
Malbata Sirri Sureyya Onder û DEM Partî dê sibe ji bo Onder li Navenda Pêşandeyan a Cemal Reşît Rey şînê danin.
Amedsporê li sehaya xwe bi Adanasporê re lîst û 4-0 têk bir. Lîstikvanên Amedsporê bi pankarta “Kekê Sirri tu dê di dilê me de bijî” derketin sehayê.
Rêveberê DEM Partiyê ya Mêrsînê Ahmet Gucenmez hate binçavkirin.
Navenda Giştî ya DBP’ê êrişa li dijî Ozgur Ozel şermezar kir û xwest ku faîlên êrişê û kesên piştgirî dane bên cezakirin.
Cenazeyê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li Goristana Zîncîrlîkuyuyê bi dirûşma “Qasidê aştiyê nemir e” hate definkirin.
Kongra Star û Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê li Qamişloyê êrişên li dijî Elewî û Durziyan protesto kirin.