ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
- rojane
- 09:00 01
Otobuseke rêwiyan li navçeya Westanê ya Wanê wergeriya û 28 rêwî birîndar bûn.
Rojnameger Umît Ozdal ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê bi ciwanan re civiya û got: “Heke ciwan xwedî li vê pêvajoyê derkevin, em dikarin civakek û welatekî demokratîk ava bikin.”
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan li Meclisê axivî û got: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê ji roja hatiye avakirin heta niha ji bo tenê yek girtiyê siyasî jî biryara ‘başhaliyê’ nedaye.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê yên li Zeytînburnuyê û banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da û got: “Hiqûq, demokrasî û edalet bi lîstoka peyvan pêk nayên.”
Di doza qetilkirina Nîhat Kazanhan de biryar hate dayin ku li kesê xeta telefonê ya polîsê bersûc Mehmet Nûrbakî Goçmez bi kar anî were guhdarîkirin.
Şîna Pelîn Yilmazê ku hate ragihandin li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Xelkê Mexmûrê li dijî ambargo û zextên Iraqê yên li ser kampê meş lidar xistin.
Di doza polîs Hakan Avci de ku bi otobûsa bizirx dabû ser Endezyarê Înşaetê Cîhan Can û qetil kiribû, biryar hate dayin ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin.
Wezareta Dadê serlêdana ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di serê wî de tumor hatiye tespîtkirin û 2 caran krîza dil derbas kiriye, ji dozgerî û dadgeriyê re şand.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Marmarîsê bi pileya 3.8 û li Datçayê jî bi pileya 4.4’ê erdhej çêbûn.
Li Îzmîr û Stenbolê beriya 1’ê Gulanê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.