NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî da û bang li hemû jinan kir ku li dijî vî cezayî têkoşîna xwe mezin bikin û xwedî li Şerîfe Mihemedî derkevin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî daxuyaniyeke nivîskî weşand. TAJÊ, di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser polîtîkayên Îranê yên sîstematîk ên li dijî jinan û bang kir ku her kes li dijî vê biryarê bi erka xwe rabe.
TAJÊ, destnîşan kir ku rejîma Îranê bi zîhniyeta xwe ya faşîst û mêtinger, li hemberî her kesê ku ji bo heqîqet û azadiyê têdikoşe polîtîkayên xwe yê çewisandin û çavtirsandinê dixe meriyete û got: “Bi van polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn li dijî berxwedana jinan temsîliyeta Modernîteya Kapîtalîst dike. Li dijî jinên bi îrade û xwedî fikrên azadiyê siyaseta qirkirina jinan tê meşandin û Îran bi kiryarên xwe pêşengtiyê ji vê yekê re dike. Ev rûyê reş ê rejîma mollayan radixe ber çavan ku hovîtî û zordariya xwe ya navxweyî û krîzên xwe yên hundirîn veşêrin.”
BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Bi domdarî TAJÊ got: “Şerîfe Mihemedî, di sala 2023’yan de bi hinceta beşdariya çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî hate girtin û di sala 2024’an de bi biryara Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê darvekirinê lê hate birîn. Her çiqas ev biryar di Cotmeha 2024’an de hate betalkirin jî, di van rojên dawiyê de careke din biryara darvekirinê hate erêkirin. Jina berxwedêr Şerîfe Mihemedî, li hemberî hêzên desthilat û faşîst sembola azadî û têkoşînê ye. Her wiha li dijî mêrdewletê jî dengê jina azad û berxwedêr e. Em, ji bo rakirina cezayê darvekirinê û hilweşandina polîtikayên qirker ên Îranê banga xurtkirina têkoşîn û berxwedanê dikin.
DIVÊ JIN XWEDÎ LI ŞERÎFE MIHEMEDÎ DERKEVIN
Îro roj li her derê jin rastî êrişên hovane tên û tên qetilkirin. Banga me taybetî ji bo hemû jinane ku li dijî vê biryarê xwedî li Şerîfe Mihemedî derkevin. Xwedîderketina li Şerîfe Mihemedî, xwedîderketina li mafên hemû jinan e. Pêwiste li dijî vê biryarê her kes li erkê xwe rabe û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li her derê serî rake.”