NAVENDA NÛÇEYAN – Di lehiya li bakurê Pakistanê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 330 kesan. Li eyaleta Hayber Pahtunhvayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate diyarkirin ku di lehiya li bakurê Pakistanê ya ji ber barînên zêde de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 330 kesan. Li gorî nûçeya Geo News, tîmên rizgariya lezgîn, li bakurê welêt bi domahiya şevê li malên ku ji ber lehî û hezazê hatine rûxandin de termên gelek kesan derxistiye. Encama lehiyê de li eyaleta Pahtunhva 307 kesan, li herêma Gîlgît Baltistanê 12 û li Azad Keşmîrê 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên eyaleta Hayber Pahtunhva, ragihandin ku 32 kes winda ne.
Rayedaran, daxuyandin kut ê payîn ku dê heta 21’ê Tebaxê li bakurê welêt barîna zêdeyê bidome. Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, talîmat da ku derman, xwarin û kelûpelên din ên pêwîst tavilê ji herêma Hayber Paktunhvayê re werin şandin.