AMED - Li gundê Celik ê Licê dîsa agir bi qada daristanî ket.
Şewata ku îro danê sibehê li navçeya Licê ya Amedê hatibû kontrolkirin, bi bandora bayê dîsa çêbû. Hat hînkirin ku li gundê Celik ê navçeyê bi bandora bayê dîsa şewat dest pê kiriye. Welatî û agirkujiya şaredariyê mudaxileyê şewatê dikin.