ENQERE- Ji bo dermankirina nexweşê SMA'yê Omer Asaf heya niha ji 60'ê pereyê hewce dike hatiye berhevkirin. Malbatê ji bo ji sedî 40'ê mayî banga hevgirtinê kir.
Li Tirkiyeyê hejmara pitikên ku teşxîsa Spînal Muskuler Atrofî (SMA) tê danîn her diçe zede dibe. Ji ber ku dewlet piştgiriya nexweşîên SMA'yê nake, malbat zehmetiyê dikişinin. Ji van malbatan yek jê jî, malbata Aydin e. Omer Asaf Aydin hê yek hefteyî bû, teşxîsa SMA'yê lê hat danîn. Ji ber vê malbatê demildest kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Malbata Aydin ku li Stenbolê dijî, diyar kir ku her diçe dem kêm dibe û got ku ji sedî 60'ê heqê dermankirin ku milyon û 809 hezar û 500 dolar e, kom kirine. Malbat ji bo ji sedî 40'ê mayî banga hevgirtinê kir.
Bav Aslan Aydin anî ziman ku hê kurê wî yek hefteyî bûye teşxîsa SMA'yê lê hatiye danîn û got: "Omer Asaf niha 18 mehî ye. Dewlet heqê dermanan nade. Lewma ji bo ku kurê min li derveyî welêt bê dermankirin pêdivî bi milyon û 809 hezar û 500 dolarî heye. Em naxwazin kurê min ji ber pereyan bimire. Em li benda alîkariya her kesî ne. Ji kerema xwe alîkariyê bikin. Heya niha me ji sedî 60'ê kampanyayê berhev kiriye. Em dixwazin bêyî masûlke ji holê rabin û bi amûran ve bê girêdan, kurê xwe derman bikin."