NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Îsraîlê li dijî îxtîmala şer, dê heya 30’ê Mijdara 2025’an seferberkirina 430 hezar leşkerên cîhgir erê bike.
Hikûmeta Îsraîlê dê di çarçoveya amadekariyên ji bo îxtîmala zêdebûna şerê li Xezeyê, heya 30’ê Mijdara 2025’an seferberkirina 430 hezar leşkerên cîhgir a ji aliyê Wezîrê Parastinê ve erê bike.
Şêwirmendê hiqûqê yê hikûmetê Gali Baharav-Miara diyar kir ku ev biryar bûyerên “cidî, zehmetiyên civakî û hiqûqî” bi xwe re tîne û destnîşan kir ku barê leşkeran nêzî salek û nîve her diçe zêdetir dibe. Baharav-Miara, îdia kir ku dema şert û mercên ewlekariyê dinirxînin, tu bijarteyeke din li pêşiya wan namîne.
DAXWAZA FESIXKIRINA RÊVEBERIYA FILISTÎNÊ
Wezîrê Ewlekariyê yê Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir jî li dijî planên Serokê Rêveberiya Filistînê Mahmud Abbas a li Desteya Giştî ya NY’ê îlankirina Dewleta Filistînê ya yekalî, di civîna qebîneyê de xwest Rêveberiya Filistînê demildest were fesixkirin. Ben Gvir ev yek weke “bi dawîkirina otorîteya terorê” pênase kir.
JI ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ TETBÎQETEKE MEZIN
Artêşa Îsraîlê ji bo ceribandina amadekariyên li dijî bûyereke ji nişka ve û berfireh, tetbîqeteke suprîz a ku gelek senaroyên herêmê di nava xwe de digire da destpêkirin. Tetbîqet bi lîdertiya Generalê Giştî yê teqawidbûyî Ofer Shrira ji aliyê yekîneyeke hem ji leşkerên çalak hem jî ji leşkerên cîhgir pêk tê ve tê kontrolkirin.