NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got ku piranîparêziya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne gef e lê jêdera hêzê ye û got: “Heta mafên hemû pêkhateyan neyên naskirin Sûriyeyeke nû ava nabe.”
"Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" li Navenda Çand û Hunerê ya li Taxa Xiwêran a Hesekê tê lidarxistin. Di konferansê de nêzî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asur-Keldan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Şêx Murşîd El Xeznewî amade ne.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ve hat kirin. Îlham Ehmed, diyar kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyeyê de tê lidarxistin lewra berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin. Bi domdarî Îlham Ehmedê destnîşan kir ku konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li hemberî şer li ber xwe bidin û bi birêxistinbûnê li hemberî paşguhkirinê rabin û modelek demokratîk a li ser bingehê hevnaskirin, tevkariya rasteqîn û edaleta civakî ava bikin.
‘PIRRENGÎ NE GEF E LÊ JÊDERA HÊZÊ YE’
Di berdewamê de Îlham Ehmedê da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Şîşan, Çerkes, Misliman, Xiristiyan û Êzidî îsbat kirin ku pirrengî ne gef e lê jêdera hêzê ye û wiha domand: “Pêkhateyên herêmê îsbat kir ku parastina rasteqîn ne ji derve tê lê bi îradeya hevbeş a ji bo avakirina aştî û edaleteke mayînde pêk tê. Berdewama hişmendiya yekalî ya rêvebirinê wê aloziyan kûrtir bike.”
‘EV KONFERANS SERKEFTINEKE SIYASÎ YA GEL E’
Îlham Ehmed konferans wek serekftineke siyasî ya gel pênase kir û wiha domand: “Armana konferansê, diyarkirina siberoja Sûriyeya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demokasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye. Beşdariya nûnerên herêmê di konferansê de cewherê proseya siyasî û destûrî ye. Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak Sûriyeya nû ava nabe. Hêvî dikim ku piştî salên dirêj, ji desthilatdarî û înkarê ev konferans bibe gavek ber bi Sûriyeya nû ve ji bo tevahî pêkhateyên wê û siyasetê vegerîne wateya wê ya exlaqî.”