Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin

ENQERE - Nûman Kurtulmuş, di civîna komîsyona li Meclisê de axivî û got: “Êdî dema wê hatiye ku em derfet û hêza azadî, wekhevî û edaletê bi dengekî bilindtir biaxivin. Gelên ji hev hatine qutkirin heq dikin ku hevdu bi dengekî bilindtir bibihîsin.” 

Di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Meclisê komîsyon hate avakirin. Komîsyon, li Meclisê civîna xwe ya ewil li dar dixe. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ku bi endamên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re hate gel hev, di civînê de axivî.  
 
Çendek mijarên di axaftina Kurtulmuş de derketin pêş wiha ne: “Komîsyona me, nerîn û îradeyeke nû ya ji bo meseleyeke ku bi dehan salaye enerjiya welatê me tune dike, biratiyê qels dike û ji hêla hin kesan ve tê provokekirin e. Bêguman li vir meseleya me ya esasî ne nivîsandina destûra bingehîn, reformên hiqûqê yan jî di carekê de çareserkirina hemû pirsgirêkan nîne. Îradeya bibîrxistina wê ye ku Meclis dengê gel e, barkêşa aştiya civakî, temînata biratiyê û navnîşana rewa ya çareseriyê ye. Ne bi hesabên siyasî, pênase û hînbûnên teng; navê tevgerîna bi cisaret, bi wijdan û bi edalet e. Ji ber ku pêvajoya bi temamî bêdengkirina çekan a rêxistinê û xwefesixkirina wê dest pê kirî, ne tenê meseleya kes, sazî an jî avadaniyeke siyasî ye. Yekser meseleya miletê me yê ezîz e. Qîmeta Komîsyona Meclisê jî tam di vir de ye. Ev komîsyon, bangekî ji bo xurtkirina manewiyeta civakê, mayindekirina biratiyê, qebûlkirina cudahiyên xwe û xurtkirina jiyana hevpar e. 
 
DEMA WÊ HATIYE KU EM BI DENGEKÎ BILINDTIR BIAXIVIN  
 
Serdema nû mecbûr e ku bibe serdemeke bêhtir li ser siyaset, fikir û wijdanê tê axaftin. Lêbelê li gel ewlehiyê, êdî dema wê hatiye ku em derfet û hêza azadî, wekhevî û edaletê bi dengekî bilindtir biaxivin. Erkeke din a vê komîsyonê jî ev e. Gelên piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê ji hev hatine qutkirin, heq dikin ku hevdu bi dengekî bilindtir bibihîsin. Divê her gava em diavêjin, ji bo xurtkirina aştî û biratiya vê erdnîgariya qedîm be. Di vê çarçoveyê de, ‘Tirkiyeya bêteror’ di esasê xwe de tê wateya herêma bêteror. Hevalên min ên bi qedir ên wekîl, miletê me yê ezîz; pir aşkeraye ku biratiya Tirk-Kurdan mijara sereke ya erdnîgariya me ye. Em neviyên wan kesan e ku li Çanakkaleyê mil dane milê hev. Biratî ew e ku di rijandina xwehê de, di êş û hêviyê de mirov bi hev re bimeşe. 
 
MECLIS MEZINTIRÎN SÎWANA DEMOKRATÎK E  
 
Îro em mecbûr in ku dîrokê li gorî feraseta îro jinûve binirxînin û pêşerojê li gorî vê îradeyê saz bikin. Tevî rewşa aloz a şertên kûrewî û geşedanên li herêmê jî em mecbûr in yekitiya navxweyî mezin bikin, aramiya navxweyî pêş bixin û li derve jî aştiya herêmê biparêzin. Em mecbûr in eniya navxweyî xurt bikin û îstîqrara Tirkiyeyê deynin ser zemîna aqilekî siyasî ya sazkar. Serdema tarî ya ku pêşiya welatê me digirt, bi destê feraseta miletê me û biryardariya dewleta me êdî li paş hate hiştin. Bêguman Meclis bilindtirîn sîwana demokratîk e ku dengê heqîqetê dibihîse, civakê hîs dike û nûnertiya wijdanê dike. Dibe ku di vê komîsyonê de em destûreke nû ya bingehîn nenivîsin lêbelê em ê têkildarî biratiyê gotinên xwe bikin û bi hev re tevbigerin. Meclisa me dê ne tenê bi bîrxistina biratiya hezar salî ve bisînor bimîne, her wiha dê di zemîna siyasî de jinûve pênase bike. Divê were zanîn ku, pêvajoya çekberdanê ya ku me jê re şahidî kir, bi tu awayî encama pêvajoyeke bazariyê nîne. Encama biryardariya miletê me ya ji bo aramî û yekitiyê ye û bandora wê ye. Îro, geşedanên em pê serbilind tên jiyîn ku di îstîqameta rakirina astengiyeke ked û dema welatê me dixwar de ne. 
 
KOMÎSYON CIHÊ HER KESÊ DENGÊ XWE BILIND DIKE YE  
 
Ev komîsyon, cihê her kesê dengê xwe bilind dike ye. Bes ku peyvên me yên hevpar bila biratî û aştî bin. Tu mijarek nîne ku di bin vê sîwanê de li ser neyê axaftin. Bes ku em ji bo guhdarîkirina hev amade bin. Bes ku her nêrînek qala yekitî û biratiyê bike. Ez spasiya her kesên xwedî wijdan dikim. Di wê baweriyê de me ku her kesên ji bo vê mijarê sûdewer bûn, nîşan dane ku di hêvanê vî welatî de biratî heye.” 
 
PIRDENGÎ PIRÇANDÎ  
 
Heke em fikrên helbestvanê mezin Ehmedê Xanî vebêjin; ‘Dilê gelan heke bi edaletê lê bide dikarin bibin milet. Ziman diguhere, cil û berg diguherin, erdnîgarî diguhere, lê hestên hevpar mayinde dimînin.’ Ji vî alî ve cihê herî rast ê nîqaşan Meclis û ev komîsyoneye ku me îro bi hev re li vir in. Ji ber ku cihê hemû fikir û nasnameyên nûnertiya gel dikin ev der e. Dixwazim balê bikişînim ser ku; îro li vir nûnerên hemû partiyan hene. Em dikarin bibêjin ku ev eywan îro nûnertiya ji sedî 98’ê dike. Ev, nîşaneya îradeyê ye. Her agahdarkirin û gav dê şefaf bên kirin. Her xebata di bin vê sîwanê de tê kirin dê li pêş çavên gel be û bi misogeriya îradeya milet bimeşe. Lewma, em mecbûr in ku prensîbên rêvebirina komîsyonê ji roja ewil ve bi aşkerayî bînin ziman. Ji van a ewil, şefafbûn e. Divê miletê me ji her gavê agahdar be. Mafê civakê heye ku tiştên tên kirin hay jê hebe. Muxatabê vê yê esasî ye. Rêgeza me ya din jî aşkeratî ye. Ji ber tu sûdeke rojevên veşarî, hesabên veşarî ji bo aştiya civakî nîne. Ya sêyemîn jî bêguman piranîparêzî ye. Ji ber ku ev xak ne bi yekrengî lê bi pirdengî û pirçandî watedar e. 
 
MECLIS DÊ AGAHDAR BIKE 
 
Der heqê xebatên komîsyonê de tenê Serokatiya Meclisê dê bikare raya giştî û çapemeniyê agahdar bike. Ji ber ku yek ji erkên sereke ya komîsyonê jî ew e ku nehêle tu kes guh bide daxuyaniyên pêvajoyê jehrî dikin û provoke dikin. Di cih û dema xwe de dê raya giştî û çapemeniyê agahdar bike. Ev pêvajoye, meseleyekî bekayê ye ku pêşeroja hevpar a Kurdan, Tirkan û hemû derdoran eleqedar dike. Lewma jî ev komîsyon dê mîna mekanîzmaya îstîşarekirina mizkarevan tevbigere. Li ser vê bingehê, dê bi feraseteke ku fikrên cuda li dora aqilekî hevpar dicivîne tevbigere. Di esasê xwe de erk û berpirsyartiyên komîsyonê bi taybet jî ew e ku li ser navê miletê me pêvajoya çekberdanê bi hûr û kûr bişopîne. Hewceye ev pêvajo bi zemîna hiqûqî û civakî û bi zimanê siyasî bi baldarî were şopandin, were arastekirin û heke pêwîst kir pêşniyar jê re bên pêşkeşkirin. Dixwazim di vir de xisûseke din a girîng destnîşan bikim; bêguman yek ji xusûsên herî girîng a vê pêvajoyê ew e ku psîkolojiya civakê baş were birêvebirin. Ji bo serxistina van xebatan, ji bo derdorên cuda yên civakê ji pêvajoyê re sûdewer bin û ji bo psîkolojiya civakê bi hev re û rast were arastekirin, ev erkekî girîng e. 
 
RÛMETA KURDAN Û TIRKAN 
 
Ev gav di heman demê de dê bi xwe re rêzgirtineke xurt a civakî jî bi xwe re bîne. Zimanê ku rûmeta Kurdan naparêze, gotinên ku rûmeta Tirkan tune dihesibîne dê xizmetê ne ji aştiyê re lê ji şikestinên mezintir veke. Em ji bo pêkvejiyanekê li vir in. Ev komîsyon dê bibe zemîna avakirina vê. Yek ji berpirsyartiyeke vê komîsyonê ew e ku sererastkirinên yasayî yên ku dê aştiyê mayinde bikin pêşniyar bikin û amade bikn. Di çarçoveya pêdiviyên derdikevin holê de jî dê pêşniyar bên pêşxistin, rapor bên pêşkeşkirin, analîz dê bên kirin û van dê pêşkeşî îradeya giştî ya Meclisê bike. Ev, erka esasî ya komîsyonê ye. 
 
RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL JÎ DÊ TÊ DE CIH BIGIRIN   
 
Dibe ku di her demê de provokasyon bên kirin. Tişta ku dê hemleyên hundir û derve ji holê rake, avadaniya me ya demokratîk û piranîparêz e. Ji ber vê, ne tenê saziyên siyasetê lê em ê hemû derdorên civakê daxilî van xebatên xwe bikin. Sûda rûspiyên civakê, saziyên civaka sivîl û zanîngehan dê ji bo me gelek biqîmet be. Peywira çapemeniyê ew e ku ji magazîna siyasî dûr be, gel rast agahdar bike û pêdiviyên li qada civaka sivîl cîbicî bike. Divê tu kes li derve neyê hiştin. Divê tu fikr neyên paşguhkirin. Ji ber ku em dixwazin biratiya vî miletî bi temamî digire navxwe, bi hev re ava bikin. 
 
HER MILETEK RENGÊ ESLÎ YE   
 
Weke encam; ev maseye bi wijdan, aqil, merîfet û baweriya vî miletî hatiye avakirin. Ez di wê baweriyê de me ku dê Tirkiye bi aştiyê, bi hevgirtin, demokrasî û biratiyê bihêztir bibe. Em ê Tirkiyeyeke demokratîk, piranîparêz û her kes xwe tê de dibîne ava bikin. Komîsyona me dê heqîqetê paşguh neke, hestan înkar neke û dê feraseta ku siyaset cisareta çareseriyê pêş dixe temsîl bike. Her gotina li vir tê kirin dê bi zimanê biratiyê û bi dengê wijdanê teşe bigire. Her nasnameyek rengê eslî yê miletê me ye. Nabe ku tu hemwelatiyeke me ji ber ziman, bawerî û nasnameya xwe rastî cihêkariyê were. Biratiya me mayinde be.” 
 
Piştî axaftina destpêkê ya Kurtulmuş dê nûnerên partiyên siyasî di komîsyonê de nêrîn û nirxandinên xwe parve bikin. 
 
Di civînê de her wiha dê şêwe, esas û rêgezên xebatên komîsyonê bên diyarkirin. 
 
 

Sernavên din

15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê
15:38 Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc didome
15:37 Komîsyona Meclisê civiya: Divê di pêvajoyên biryardayînê de rêveberiyên xwecihî jî hebin
14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin