Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin

  • rojane
  • 13:42 24 Hezîran 2025
  • |
img

ENQERE - Tehliyeya Mehmet Bahattîn Oncu ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin û 30 sal in girtî, hate taloqkirin. Lijneya ku tehliye taloq kir, bêyî ku xwe li benda encama îtirazê bigire, bi lez û bez biryar bi dadgehê da erêkirin. 

 
Tehliyeya Mehmet Bahattîn Oncu ê 30 sal e di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve hate taloqkirin. Lijneyê, berî roja tehliyeya Oncu bi 9 rojan, di 4’ê Hezîranê de civiya û tehliya bo 6 mehan taloq kir. 
 
Lijneyê, mayîna Oncu ya li odeya girtiyên ji doza PKK’ê, nedayîna îfadeyên têkildarî veqetîna ji PKK’ê û hwd. weke hincet nîşan da. Ji bo nirxandina tehliyeya Oncu dê lijne di 10’ê Kanûnê de bicive.
 
LI BENDA PÊVAJOYA ÎTIRAZÊ NESEKINÎN 
 
Lijneyê xwe li benda mafê pêvajoya îtîrazê ya Oncu ku 15 roj in negirt û serî li Dadgeriya Cezayên Înfazê ya Bodrumê da. Dadgeriyê jî beriya xwe li benda îtîrazê bigire, biryar erê kir.  
 
Oncu, li dijî binpêkirina mafê xwe xwe serî li Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan da. Newroz Uysal Aslanê serî li Komîyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku rexmê raporên başhaliyê jî lijneyê ev yek di nirxandinên xwe de berçav negirt û di serlêdanê de “Ev rewş, hewldanek e ji bo veşartina agahî û belgeyên şênber” hate nirxandin. 
 
DADGER NEÇAR MA KU DU CARAN BIRYARÊ BIDE 
 
Di serlêdanê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Jixwe girtiyek xwedî rewşa başhaliyê be dê kîjan livên wî bên çavdêrkirin? Ev îfade, nîşan dide ku lijne hiqûqê nas nake û bi awayeke keyfî azadiya şexsî xesp dike.” Herwiha hate destnîşankirin ku dadgeriyê bêyî ku li benda îtîraza Oncu bimîne biryar erê kiriye û piştî ku Oncu îtiraz kirî jî heman dadgerî neçar maye ku lêbikole û ev rewş jî rêgeza bêaliya darazê binpê dike.
 
Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin: 
 
“* Em dixwazin biryara lijneyê ya ku mafê tehliyeya Mehmet Bahattîn Oncu asteng kirî ji hêla Komîyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ve bê lêkolîn.
 
* Dixwazin têkildarî avadanî û rêvebirina Lijneya Îdare û Çavdêriyê mekanûzmeyên şefaf û venêrînê bên avakirin.
 
* Divê were ferzkirin ku biryarên lijneyê objektîf bin.
 
* Bila komîsyonek were avakirin û ev komîsyon têkildarî sepanên mafên berdana bişert binpê dike raporekê amade bike û bi raya giştî re parve bike.  
 
* Divê Wezareta Dadê têkildarî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ji ber bikaranîna nebaş a peywira xwe û mudaxilekirina mafên sereke agahiyan bide komîsyonê. 
 
* Em dixwazin Komîsyona Jêr a ÎHÎK li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê lêkolînê bike, bi Oncu re hevdîtinê bike û raporê amade bike." 
 
Newroz Ûysal, ji bo bersivandina Wezareta Dadê, ji Serokatiya Meclisê pêşnûmepirsek kir.

Sernavên din

30/06/2025
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
09:02 Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
09:01 Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir
09:01 ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo pêvajoyê sûdewer be’
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:40 Trump sivikkirina cezayên li ser Îranê rawestand
27/06/2025
16:30 Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
16:28 Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin
15:43 Rapora girtîgehan: Mafên herî bingehîn jî hatine sekinandin
14:24 Li Parlamentoya Ingilistanê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê
13:46 Mamosteyê ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 28 sal ceza lê hatibû birîn winda ye
13:11 Abdullah Ocalan: Şêx Seîd dengê gel bû û li dijî zilmê paşve gav neavêt
12:05 Cemiyeta Rojnamegeran a Şirnexê: Em bi Zeynep Durgutê re ne
11:59 Ji bo îtîraza li dijî biryara Doza Kobanê ku 32 hezar rûpel e tenê 7 roj dem dan!
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:07 Tehliyeya hevşaredara berê bo 3 mehan hate astengkirin
11:04 Ayşegul Dogan: Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye
10:37 Ji Amedê bo desthilatê bang: Gav biavêje, dawî li operasyonan bîne
10:32 Şaredariya AKP’î ji bo îhaleyên ‘nelirê’ hincet kir ‘ewlehî’!
09:27 Jinan ji bo mihrîcana Gimgimê bang kir
09:20 Meral Daniş Beştaş: Geşedanên li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re dibêje ‘pirsgirêkên xwe çareser bike’
09:18 Nûran Seçkîn a di şer de 4 kes ji malbata xwe winda kir: Divê dewlet gavên lezgîn û şênber biavêje
09:03 Xelkê Wan û Qersê krîza aborî nirxand: Çareserî, aştî ye
09:03 Bavê ku 2 zarokên wî di bin payerêyê de hatin veşartin: Dê aştî êşa me sivik bike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:54 Li Şirnexê 5 herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
26/06/2025
17:04 Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
16:55 Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin
16:23 Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
16:10 Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
15:46 Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
15:22 Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin