* Di karesata keştiyê ya li Gola Wanê de ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan, cezayê ji bo kaptanê keştiyê Medenî Akbaş ji hezar û 30 salî heta hezar û derket 50 sal û 9 mehan. Di biryarê de wek sedem jî gelek îhmal hat nîşandan.
* Kurdên li Japonyayê dijîn di hedefa komên nîjadperest de ne. Sekreterê Giştî yê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Vakkas Çolak ragihand ku di nava kesên dij koçber de kesên bi nêzîkbûna wek alîgirên Partiya Zaferê jî hene.
* Ji bo di 9'emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bê pêşandan zêdetirî 600 serlêdana fîlman hat kirin. Fîlmên di çarçoveya festîvalê di navbera 26-30 'ê Îlonê de bên nîşandan.
* Parlamentera parlamentoya Iraqê Serwa Mihemmed Vashed ku tevlî 1'emîn Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd ku li Amedê hate lidarxistin bû got, "Ji bo pêkanîna aştiyê divê jin rêxistinbûna xwe xurt bikin."
* Rojnamevan Alî Dûran Topuz diyar kir hem nûçeyên di medya hikûmetê de tên weşandin û hem jî xebatkarên medyaya wan daxuyaniyên samîmî yên der barê pêvajoyê de jehrî dikin.
* Zanyara siyasî Yasemîn Ozgun balê dikişînin ser nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd û got, "Bêyî ku di rêya demokratîkbûnê de gavan biavêjin, pêşketin gelekî ne pêkan e. Aştî û demokrasî ne tiştên ji hev cuda ne; ew tişt in ku dikarin bi hev re bimeşin."
* Dayikên Şemiyê wê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1053'an li dar bixin. Li Dêrsimê bi minasebeta 30'emîn salvegera çalakiya Dayîkên Şemiyê dê daxuyanî bê dayîn. (12:00)
* Ekîn Ceren wê di 20'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Enqereyê were bîranîn. (12:00)
* Çalakiyên heftane yên têkildarî windayan wê li Amed, Êlih û Colemêrg berdewam bikin . Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari wê beşdarî çalakiya protestoyî ya li Amedê bibe. ( 12:00 )
* OHD wê li Navenda Kongreyê ya Çand Amed panelek bi sernavê "Banga civaka demokratîk û mafê hêviyê" lidar bixe. (12:00)
* Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê wê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13:00)
* Li Mêrsînê komeleyên herêmî têkildarî pêvajoya ku wê dest bi çareseriya pirsgirêka Kurd bike wê daxuyaniyek bidin. (14.00)
* 10'emîn Pakêta Darazê dê di Komîsyona Dadê ya Meclisê de bê nîqaşkirin. (16:00)