AMED - Jinên tev li meşa “Ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk” a li Amedê bûn, diyar kirin ku ji bo aştî çêbibe divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li Amedê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” meşeke girseyî li dar xist. ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran jin tev li bûn. Jin, ji Parka Jiyanê ya Şemse Allakê heta Mizgefta Mezin a Amedê meşiyan.
Jinên tev li meşê bûn, têkildarî pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û hêviyên xwe vegotin.
‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
Çîgdem Karabulak, da zanîn ku ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bûye û ji pêvajoya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê domandin bihêvî ne. Çîgdem Karabulak, got: “Êdî ne dema şer, dema siyaseta demokratîk e. Ji bo pêvajo bi başî pêş bikeve ji ewil divê mercên Adullah Ocalan ên başkirin û girtiyên siyasî bên berdan. Lê dewletê hêj tu gav neavêtiye. Lewma divê tavilê gavan biavêje. Em ewqas jin hatin vê derê û aştiyê diqîrin. Divê dewlet êdî gavên erênî biavêje.”
‘HEWCEYE OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’
Turkan Yildiz jî diyar kir ku ew bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tev li meşê bûye û ev tişt anî ziman: “Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan. Bila êdî ji girtîgehan darbest dernekevin. Dema gelê Kurd bû yek, dê bikare her tiştî bi ser bixe. Lewma divê em bi destên hev bigirin.” Turkan Yildiz, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê û wiha domand: “Êdî dora dewletê ye. Heke vê firsendê bi erênî bibersivîne dê tiştên xweş çêbibin. Dilê me dayikan dişewite. Xew nakeve çavên me û em difikirin ka dê pêvajo çawa pêş bikeve. Dema aştî hat vî welatî, dê edalet û hizûr jî bê.”
'BI KESEKÎ DEST PÊ KIR BI MILYONAN RÊYA XWE DOMAND’
Zehra Akkoyun jî bi lêv kir ku gelê Kurd 50 sal in têdikoşe û wiha got: “Têkoşîna me bi kesekî dest pê kir û bi milyonan domiya. Dewlet dibêje aştiyê dixwaze. Jixwe em ji bo vê têdikoşin. Pirsgirêk ne di gelên Kurd-Tirk de ye, pirsgirêk di dewletê de ye. Dema dewletê got aştî, her kes daxwaza aştiyê dike. Lê dema mirov li pêvajoyê dinihêre, dilê mirov reş dibe. Hêj girtiyên nexweş girtî ne. Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Rêberê me û PKK’ê gav avêtin, êdî dora dewletê ye.”
Halîme Akman jî got ku gelê Kurd ne şer lê aştiyê dixwaze û wiha pê de çû: “Heke gelê Tirk jî mîna gelê Kurd aştiyê bixwaze dê aştî çêbibe. Lê aştî bêyî azadiya Rêber Apo çênabe.”
'PKK’Ê XWE FESIX KIR DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
Nûrhayat Şîmşek jî got: “Divê tavilê aştî pêk bê. Divê girtiyên siyasî bên berdan û dayik êdî negirîn. PKK’ê xwe fesix kir êdî dora dewletê ye ku gavan biavêje. Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
Behiye Kirik jî got: “Em aştiyê dixwazin. Divê girtî bên berdan. Hewceye dewlet gavan biavêje. Êdî bes e. Em ji bilî aştiyê tiştekî naxwazin.”
Medihe Çakir jî daxwaza aştiyê kir û got: “Ev 50 sal in zarokên me di bin zilmê de mezin bûn. Êdî bes e. Bila aştî bibe. Divê Abdullah Ocalan azad bibe û dewlet gavan biavêje.”
Aklîme Abî jî got ku meşa tê lidarxistin meşa azadiyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê birêz Ocalan ji girtîgehê bê berdan û deriyên girtîgehan bên girtin. Em aştiyê dixwazin aştî, aştî, aştî.”
MA / Heval Onkol