AMED - Xwediyên weşanxaneyên beşdarî "Rojên Pirtûka Kurdî" bûne diyar kirin ku armanc dikin xwendevanan bi pirtûkên Kurdî bînin cem hev û gotin: "Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake."
"Rojên Pirtûka Kurdî" ya bi hevpariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja xwe ya 3’emîn de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji bo "Rojên Pirtûka Kurdî" ya di 15'ê Gulanê de di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de tê lidarxistin, zêdeyî 30 weşanxane li Qada Şêx Seîd stand vedan. Rojên pirtûkan ku wê nîqaş û panel jî lê werin lidarxistin, wê heta 1'ê Hezîranê malovaniyê ji hezkiriyên pirtûkan re bike.
Hevserokê YEWKURD'ê û Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakî Boltan diyar kir ku wan ji bo tevkariyê li pêşketina huner û wêjeya Kurdî bikin rojên pirtûkan organîze kirine. Boltan, bi bîr xist ku beriya niha wan li Mêrdîn û Erxeniyê bernameyên bi vî rengî lidar xistibûn û wiha got: "Hewldaneke gelekî serketî bû. Gel eleqeyek mezin nîşan da. Me xwest kurd bi pirtûk û nivîskarên kurd re rû bi rû bên cem hev. Gelekî erênî hat dîtin. Em armanc dikin ku van hewldanan xurt bikin. Pêwîstiya Kurdan bi însiyatîfên bi vî rengî heye ku karibin bi pirtûkên Kurdî re li hev bicivin. Weşanxane jî pêdiviya xwe bi van cure çalakiyan heye. Weşanxane û hunera Kurdî hem di nava dorpêçê de ne. Em plan dikin ku van çalakiyan li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê ji bo pêşvebirin û pêşvebirina xwendina zimanê Kurdî lidar bixin."
‘GER HEWCE BIKE EM Ê BIÇIN GUNDAN JÎ’
Boltan diyar kir ku hikûmet hemû çavkaniyên dewletê û aboriya welêt ji bo tunekirina nasname û çanda Kurd bi kar tîne û wiha got: "Li ser çand, ziman, weşan, çapxane, çapemenî û nivîskarên Kurd ambargo û qedexeyeke mezin heye. Ev hemû jî parçeyek ji plana êrîşê ya hikûmetê ya ji bo jiholêrakirina nasnameya Kurd e. Hewldanên li dijî vê bi taybetî divê di nava vê çarçoweyê de bin. Ger wêjeya Kurdî pêş bikeve, ger nivîskar û weşanxaneyên Kurd xurt bibin û piştgirî bidinê, dê hejmara xwendevanan di vê çarçoveyê de zêde bibe. Wê demê tunekirina nasnameya Kurd dê ne mimkûn bûya, li şûna wê pêş biketa û bihêz bikira. Armanca giştî ya van hewldanan ji bo vê armancê ye. Heta ku em armancên di pêşxistina zimanê Kurdî de pêk bînin em ê ji bajar bi bajar, navçe bi navçe biçin û ger hewce bike em ê biçin gundan jî."
‘DIVÊ LI HER DERÊ BÊ LIDARXISTIN’
Ji Weşanxaneya Zargê nivîskar Amed Tîgrîs diyar kir bi bernameyên bi vî rengî zimanê Kurdî di nava gel de bêhtir belav dibe û bernameyên bi vî rengî ne tenê li Amedê divê li hemû bajarên Kurdistanê û li her devera Kurd lê dijîn bên lidarxistin. Tîgrîs wiha axivî: “ Di nav Kurdan de xwendina pirtûkan kêm e. Ya yekemîn girêdayî çandê ye, ya duyemîn jî girêdayî zimanê Kurdî ye. Heta niha zimanê Kurdî ne fermî ye; hatiye qedexekirin. Ji ber ku li dibistanan perwerdeya bi Kurdî distînin nikarin bi Kurdî bixwînin. Lewma rojên bi vî rengî ji bo pêşvebirina xwendinê girîng in."
Tîgrîs bal kişand ser girîngiya tevlibûna li rojên pirtûkan û banga tevlibûnê li her kesî kir.
‘EM Ê BIÇIN NAV GEL’
Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneya Payîz Pirtûkê û endamê YEWKURD'ê Jêhat Rojhilat jî wiha got: "Ji bo ku weşanger û nivîskar karibin xwe bigihînin gel, nivîskar û weşangeran bikin yek, em vî karî dikin. Par me ev kar li Mêrdînê kir, me li Êlihê kir, li Mûnzûrê xebateke me ya bi vî rengî hebû, niha em li Amedê dikin. Pirtûkên Kurdî carna di nava çar dîwaran de tên sînorkirin, carna jî bi pirtûkxaneyekê tên sînorkirin. Armanca me ew e ku em pirtûkên kurdî, weşanger, hunermend û kesên têkildarî vê mijarê bînin cem hev. Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî nabîne. Me weke YEWKURD'ê ev biryar da."
Rojhilat da zanîn ku heta 1’ê Hezîranê saet di navbera 11:00 û 20:00’an de li Qada Şêx Seîd in û bang l ihemû kesî kir ku werin serdana standan.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel