ŞIRNEX - Di danişîna doza qetilkirina Temer Temel de ku li Elkê di êrişeke çekdarî de hate kuştin, ji bo 3 bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin.
Temer Temel ê 50 salî di 7’ê Gulana 2023’yan de li ber deriyê mala xwe ya li gundê Setkarê yê navçeya Elkê ya Şirnexê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Di doza qetilkirina Temel de Lezgîn Temel, Îskender Temel û Hakki Temel hatibûn girtin û piştre ji bo wan biryara beraetê hatibû dayin. Biryara beraetê ji hêla îstînafê ve hatibû betalkirin.
Li ser biryara îstînafê, Lezgîn Temel, Îskender Temel û Hakki Temel jinûve hatin lidarxistin. Danişîna ewil a jinûvedarizandinê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Her sê bersûc jî tev li danişînê nebûn. Malbata Temel, parêzerên malbatê, Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez û gelek siyasetmedarên DBP û DEM Partiyî jî tev li danişînê bûn.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de parêzerên malbata Temel daxwaza redkirina dadger kirin. Daxwaza parêzeran hate redkirin û dadgehê biryara desteserkirina bersûcan da. Danişîna dozê taloqî 6’ê Cotmehê hate kirin.
‘EM Ê BIŞOPÎNIN’
Piştî danişînê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin. Wekîl Zekî Îrmez di daxuyaniyê de got: “Temer Temel, endamê partiya me bû û di êrişeke çekdarî ya li pêşiya mala xwe de hate qetilkirin. Dadgeha herêmî ji bo bersûcan biryara beraetê da. Îstînafê jî ev biryar betal kir û biryara jinûvedarizandinê da. Evi biryar biyareke di cih de ye. Îro jî danişîn hat lidarxistin. Em ê vê dozê bişopînin û ji bo bersûc cezayê pêwîst bigirin dê têkoşîna me bidome.”