ŞIRNEX - Di doza qetilkirina Temer Temel de ku li Elkê li pêşiya mala xwe hatibû qetilkirin, ji bo 3 kesan biryara beraetê hatibû dayin û ev biryar hate betalkirin. Danişîna ewil a dozê dê di 30’ê Gulanê de bê lidarxistin.
Birayê şaredarê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê berê Yûsûf Temel, Temer Temel (50), di 7’ê Gulana 2023’yan de li gundê Sêtkarê yê navçeya Elkê ya Şirnexê rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Pêvajoya darazê ya têkildarî kuştina Temel didome.
Danişîna biryarê ya doza qetilkirina Temel, di 6’ê Adarê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Bersûc Lezgîn Temel, Îskender Temel û Hakki Temel ku ji sûcê “Bi plankirî û ji ber dijminatiyê kuştine” hatin darizandin û beraet kirin. Her 3 kes jî tehliye bûn.
BIRYAR LI ÎSTÎNAFÊ BETAL BÛ
Parêzerê Temel, biryar birin îstînafê. Îstînafê jî biryara dadgeha herêmî betal kir. Danişîna ewil a dozê dê di 30’ê Gulanê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin.
'TEVÎ DELÎL Û TESPÎTAN JÎ BIRYARA BERAETÊ DAN’
Kurê Temer Temel, Serkan Temel diyar kir ku tevî delîl û tespîtan jî dadgehê biryara beraetê daye û got. “Di lêpirsînê de hate tespîtkirin ku ji bersûcan Îskender Temel, Hakki Temel û Lezgîn Temel têkildarî bûyerê hem di navbera xwe de hem jî bi kesên cuda re axivîne, di axaftinên xwe de qala çekên bi kar anîne. Piştî bûyerê gelek bi hev re axivîne. Her wiha qeydên kamerayan, qeydên HTS’ê û îfadeyên şahidên nepen û gelek delîlên şênber hene lê dîsa jî biryara beraetê hate dayin û beraet bûn. Hemû hiqûqnasên li dosyayê dinêrin dibêjin ev bêhiqûqtî ye. Tevî delîlên şênber jî biryara beraetê dan û ev ne hiqûqî ye. Îstînafê jî ev biryara neheq dît û betal kir.”
BANGA PIŞTREVANIYÊ
Temel, ji bo danişîna ku dê di 30’ê Gulanê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê were lidarxistin banga tevlibûnê kir û got: “Di danişîna ewil de dadgehê aliyê bersûcan girt û biryareke nehiqûqî da. Em dixwazin vê carê cezayekî ku bersûc heq dikin lê were birîn. Di serî de Baroya Şirnexê û rêxistinên civaka sivîl, em bang li hemû kesên hestiyar dikin ku tev li danişînê bibin.”
MA / Zeynep Durgut