STENBOL - Danişîna ewil a doza Abdulsamet Turan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin hat lidarxistin û biryara tehliyeyê hate dayin.
Danişîna ewil a doza Abdulsamet Turan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Turan û parêzerê wî Şukru Alpsoy tev li danişînê bûn. Turan, di parastina xwe de got ku 7 meh in girtî ye lê îdianameya wî hêj nehatiye amadekirin. Turan, ev yek weke binpêkirina maf nirxand. Turan, got ku li ser telefonê wî ala Herêma Federe ya Kurdistanê hebû, ev nabe sûc û daxwaza tehliye û beraeta xwe kir.
Parêzer Alpsoy jî got ku miwekîlê wî ji îdiayên vala girtî ye û got: “Ma kesek tenê ji ber agahiyeke îstîxbarî dikare 7 mehan girtî bimîne? Kişandina wêneyî ya li ber pankarta Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê çawa dibe endamtî? Divê miwekîlê min tavilê tehliye û berate bibe.”
Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest rewşa girtî bidome.
BIRYARA TEHLIYEYÊ
Dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 25’ê Îlonê kir.