NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ku li bajarê Bremenê yê Almanyayê dijî, hate binçavkirin.
Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ku li bajarê Bremenê yê Almanyayê dijî, îro di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Hat zanîn ku Koç, di çarçoveya lêpirsîneke li Karlsruheyê hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin û 4 saetan li mala wî lêgerîn hatiye kirin.
Parêzer Fatma Sayin têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û got: “Biryara binçavkirina miwekîlê min Yuksel Koç, di çarçoveya 129-B’ê de û bi îdiaya ‘kadroyê PKK’ê’ ye. Lêpirsîna behsa xeberê ji ber xebatên miwekîlê min ên di navbera salên 2016-2023’yan de ye ku wê demê Hevserokê KCDK-E’yê bû û xebatên siyasî yên legal dimeşand. Di 4’ê Nîsana 2025’an de biryara binçavkirin û girtinê hatiye dayin. Lê belê îro di danê sibehê de bi ser mala wî de girtin, binçav kirin û birin Karlsruheyê.”
Parêzer Fatma Sayin diyar kir ku miwekîlê wê di xebatên qanûnî de cih digire, kesekî tê naskirin e û dê li dijî biryarê îtîrazê bikin.