MÊRDÎN - Sadettîn Ozbahçecî ji hêla polîsan ve hatibû kuştin. Qetilkirina Ozbahçecî ya ji hêla polîsan ve li krîmînala polîsan nehat tespîtkirin û li ser vê yekê dosya ji krîmînala cendirmeyan re hate şandin.
Di 9’ê Nîsana 2016’an de polîsê bi navê Ahmet Benlî li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hate kuştin. Di dema bûyerê de qezaya trafîkê çêbû û welatiyan hewl dan alîkariyê bidin birîndaran. Dema welatiyan alîkarî dikir, wesayîteke zirxî ya polîsan gule li weltiyan reşandin. Di êrişê de Sadettîn Ozbahçecî hate kuştin. Danişîna ewil a doza kuştina Ozbahçecî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Polîsên bersûc, ji sûcên “Kuştina biqesdî”, “bi qesda muhtemel bûne sedema mirinê” û “Birîndarkirina biqesdî ya rê li ber mirinê vekirî” tên darizandin. Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn. Parêzerê Ozbahçecî di danişînê de amade bû.
Di bûyera kuştina Benlî de “qaçaxçiyê çekan” Celal Mercen girtî ye û di bûyera kuştina Ozbahçecî de jî polîs Zulfu Demîrcan, Yaşar Karabay û Seyît Alî Yilmaz negirtî tên darizandin. Di danişînê de Rapora Lêkolîna Krîmînal a Polîsan li dosyayê hate zêdekirin. Di raporê de hate îdiakirin ku 5 fîşek ji heman çekê hatine avêtin lê nehatiye tespîtkirin ka ev fîşek ji kîjan çekê hatine avêtin.
'RAPOR NE JI BO TESPÎTKIRINA FAÎLAN E’
Parêzer Muhlîs Ogurgul jî li dijî raporê parastin kir û got ku rapor ne ji bo tespîtkirina faîlan e lê ji bo dirêjkirina dozê ye. Ogurgul, diyar kir ku tê xwestin dosyayê têxin ber demborînê. Ogurgul, got ku ji bilî bersûcan tu kes li cihê bûyerê nebûn lewma divê polîsên bersûc bên girtin û ji mijarên jê tên sûcdarkirin bên cezakirin.
DOSYA ŞANDIN KRÎMÎNALA CENDIRMEYAN
Dadgehê, biryar da ku ji bo tespîtkirina çeka fîşek jê hatine avêtin dosya ji Laboratuara Krîmînal a Fermandariya Cendirmeyan re were şandin, ji bo were tespîtkirin ka fîşeka cilên Ozbahçecî qul kirî ji kîjan çekê hatiye avêtin were tespîtkirin, cilên wî ji krîmînala cendirmeyan re bên şandin.
Dadgehê daxwaza girtina polîsan red kir û danişîn taloq kir.
TÊKILDARÎ BÛYERÊ
Di 9’ê Nîsana 2016’an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê polîsan bi hinceta “qaçaxçitiya çekan dikin” gule reşandin. Di êrişê de polîsê bi navê Ahmet Benlî jiyaan xwe ji dest da. Di vê navberê de li devera Uçyolê ya Dêrikê qezaya trafîkê çêbû. Welatiyên derdorê jî ji bo alîkariyê bidin birîndaran li cihê qezayê kom bûn. Heman koma polîsan, îcar jî gule li koma welatiyan reşandin û welatiyê bi navê Sadettîn Ozbahçecî qetil kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê, du sal piştre ji ber kuştina polîs Ahmet Benlî der heqê “qaçaxçiyê çekan” Celal Mercen de û ji ber kuştina Sadettîn Ozbahçecî de jî der heqê polîsên bi navên Zulfu Demîrcan, Yaşar Karabay, Seyît Alî Yılmaz de doz hatin vekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê di doza bi sûcên “Kuştina biqesdî” û “Birîndarkirina biqesdî ya rê li ber mirinê vedike” hatiye vekirin de cezayê “muebbeta girankirî” da Celal Mercan û ji bo polîsên bersûc jî biryara beraetê da.
Li dijî biryarê, li Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê îtîraz hate kirin. Dadgeha Edliyeyê xwest ku polîsên bersûc ji sûcê “Bi qesda muhtemel bûne sedema mirinê” bên darizandin û got ku guleya bûye sedema mirina polîs Benlî ji çeka di wesayîta Mercen de hatiye dîtin derneketiye û xwest biryara beraet û tehliyeyê were dayin û biryara dadgeha herêmî betal kir.
POLÎS HÊJ LI SER PEYWIRA XWE NE
Doz jinûve hate lidarxistin. Hat tespîtkirin ku tevahiya çekên di dema bûyerê de hatine bikaranîn nehatine komkirin, yek ji polîsên li cihê bûyerê bû di çarçoveya lêpirsîna FETO’yê de ji peywirê hatiye dûrxistin û du polîsên din jî hêj li ser karê xwe ne.