Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin

  • rojane
  • 13:36 3 Tîrmeh 2024
  • |

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku dê bi 9’emîn Paketa Darazê re tundiya li dijî jinan zêde bibe û faîl xurttir bibin. Turkoglû, got: “Em we hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin.” 

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî 9’emîn Paketa Darazê ya ku AKP-MHP’ê plan dikin pêşkeşî Meclisê bikin, li Meclisê daxuyanî da. 
 
KOMEQANÛNÊN DESTKEFTIYÊN JINAN TUNE DIKIN 
 
Turkoglû, anî ziman ku bi pakêta darazê ya ku tê payîn vê hefteyê were Meclisê mafên jinan tên desteserkirin û wiha got: “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi salane her tiştê ku dixwaze bike, bi komeqanûnên xwe bi cih tîne û dike.  Bi taybetî dema ku behsa mafên jinan tê kirin, van komeqanûnan dixe meriyetê. Yanî welat bi qanûnên ku ji aliyê Lijneya Giştî ya Meclisê ve hatine derxistin, bi lîstina çarenûsa gel, ciwan û jinan bi van komeqanûnan ve tê birêvebirin. Mixabin welat bi vî rengî tê birêvebirin û destkeftiyên me jinan bi van qanûnên giştî têne desteserkirin. Di nava qanûnên giştî û pakêtên darazê de yên ku heta niha hatine Meclisê, rojekê jî xalek ji bo jinan tê de neanîne. Li vî welatî di nava 24 saetan de 7 jin tên qetilkirin, gelo ji van qanûn û di pakêtên darazê de ji bo pêşîlêgirtina li vê qetlîamê qanûnek parastinê heye? Em dizanin ku tune ye. Em ji vê yekê matmayî namînin. Em li dijî vê têdikoşin. Em dizanin ku 9'emîn Pakêta Darazê ya ku tê gotin wê di demeke nêz de bînin ê jî li dijî mafê jinê ye."
 
‘NAVEROKA PAKETA DARAZÊ NAYÊ ZANÎN’
 
Bi domdarî Turkoglû destnîşan kir ku der barê pakêta dê bê Meclisê de tu agahî nehatine parvekirin û wiha pê de çû: “Li ser naveroka ku ji aliyê çapemeniya alîgir ve hatiye eşkerekirin nîqaş tê kirin. Ev pakêt dê hefteya bê yan jî hefteyek şûnde bigihêje, lê heta niha ne hevalên me yên parlamenter û ne jî komîsyon nizanin naveroka vê pakêta darazê çi ye. Em di warê pêşnûmeyan de diaxivin. Gotinek heye ku bi salan e jin bi yek dengî dibêjin: 'Qirkirina jinan polîtîk e'. Pêşnûmeya ku ez ê niha vebêjim wê di 9'emîn Pakêta Darazê de êrişî wê bê kirin. Sedema qirkirina jinan ji ber pêkneanîna yasayên heyî ye. Ev ji polîtîkayên bêcezakirinê yên kujerên jinan. Bi taybetî bi vekişîna ji Peymana Stenbolê rê li ber vê tundiyê hat vekirin. Di paketên darazê de hemû xalên li dijî jinê hatine derxistin ev tundiya tê kirin zêde kirin. Wek Pakêta Darazê ya 9’emîn ku niha weke pêşnûme ji raya giştî re hatiye ragihandin lê naveroka wê tam nayê zanîn.”
 
Turkoglû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pakêta darazê hê jî wekî pêşnûmeya nefermî tê zanîn. Di vê pêşnûmeyê de gelek mijarên ku bi taybetî bi jinan re têkildar in hene. Ji vana ya yekem guhertina tê xwestin xala qanûna hejmar 6284 de ye ku yek ji mezintirîn destkeftiyên jinan e. Ev xaleke ku li dijî qirkirina jinan destkeftiyên girîng dihwîne. Lê ji aliyê hikûmetê ve nayê bi cih anîn û her tim tê xwestin ku çawa rê li ber bigirin.
 
FAÎL NAYÊN CEZAKIRIN
 
Dema ku kiryar sûc dike jî nayê cezakirin. Wateya vê yekê jî îfadeya jinê esas nayê girtin. Guhertina ku tê xwestin ku di pakêta de were kirin, nîşaneya ku tê xwestin çawa rê li ber xala 6284'an bê girtine. Em ê destûrê nedin vê. Di pêşnûmeya nefermî de bi guhertina biçûk a di der barê vê xalê de tê xwestin ku tundiya li ser jinan zêde bikin û hêzê bidin sûcdaran. Erka vê hikûmetê ew e ku qanûnê ku jinan diparêze bi cih bîne, ne qutkirina van qanûnan. 
 
EM Ê NEHÊLIN FAÎL BÊN PARASTIN
 
Li vî welatî jinek bi xwîna xwe kiryarê xwe îxbar kir. Ragîp Canan bi çekê êrişê Nûrtaç Canan kir. Kiryau 8 sal 12 meh ceza girt lê piştî 2 sal û nîv serbest hat berdan. Ragip gefên xwe yên kuştinê domand û kelepçeya elektronîk 3 caran şikand û biryarên tevdîrê binpê kir. Ligel vê yekê jî ceza nayê dayîn an jî ceza tê dayîn lê kiryar nayê dîtin. Ya herî xirab jî hêj jî gefa kuştinê li Nûrtaç Canan tên xwarin. 
 
DESTÊ XWE JI QANÛNA 6284’Ê VEKIŞÎNIN
 
Em carek din bang dikin destê xwe ji qanûna 6284’an vekişînin. Mafê ku me bi têkoşînê qezenç kir nahêlin bê binpêkirin. Heke îktîdar dixwaze sererastkirinek bike divê qanûnên ku jinan diparêz e derxe. Her wiha bi têkoşînê em rê nadin sererastkirinên ku kiryaran diparêz e. 
 
PAKÊTA NÛ YA DARAZÊ
 
Di 9'emîn Pakêta Darazê de der barê paşnavê jinan de guhertinek heye. Jinan li Tirkiyeyê bi têkoşîneke 30 salan, her wiha li cîhanê û Ewropayê jî ji bo paşnavê jinan têkoşînek mezin da. Bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo jinan mafekî bingehîn hat qebûlkirin û hat diyar kirin ku jin piştî ku dizewicin jî dikarin paşnavê xwe bikar bînin. Lê belê midûriyetên nifûsê vê yekê qebûl nakin û daxwaza serlêdana darazê dikin. Jin piştî darazê mafê paşnavê xwe digirin. Lê belê di pakêta nû ya darazê de mijara paşnavê wek parastina malbatê, wek reîsa malê mêr derket pêşperî me. 
 
BI PAKÊTA NÛ RE HEMÛ BAR LI SER MILÊ JINÊ TÊ HIŞTIN
 
Di nav 24 saetan de 7 jin hatin qetilkirin. Her roja ku derbas dibe xizantiya jinan kûr dibe. Wezareta ku der barê wan mijaran de bêdeng e polîtîkayên teşwîqkirina anîna zarokan li pêş dixe. Ji bo jinan tenê rola dayiktiyê tê armanckirin. Lê belê ji bo mezinkirina zarokan jî tiştek û derfetek jî nayê gotin. Her wiha Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî diyar kir ku 'Pakêta dayikên ku dixebitin' amade dikin. Ev pakêta ku tê amadekirin hemû kar li ser pişta jinê dihêle, wezîfeya xwedîkirina zarokan didin dayikan. Ji bo jinan; wezîfeya yekem a jinan zarok anîne dinê, li malê mayîn, paqijkirina malê û xizmetkirina ji bo mêran e. 
 
Ev yek xwedîkirina newekheviya zayenda civakî ye. Hewl didin ku jinan ji qada cemaweriyê û kar dûr bixin. Heke îktîdar jidil be dê li dijî xizaniya jinan polîtîkayan biafirîne, ji bo heqdesteke hewpar dê bikeve nava hewldanan, li dijî kedxwariyê dê polîtîkayan biafirînin. 
 
BÎRDOZIYA HIKÛMET TUNEHESIBANDIN Û KEDXWARÎ YE
 
Lê belê em baş dizanin ku hûn polîtîkayên ku xizmetê dide jinan naafirînin. Ji ber ku di bîrdoziya îktîdarê de tunehesibandin û kedxwarî heye. Zêdebûna tundîa li hemberî jinan, qetilkirina jinan, xizaniya jinan, êrişên li hemberî destkêftî û mafê jinan ji ber polîtîkayên îktîdarê pêk tên. Em carek din hişyar dikin; dev ji polîtîkayên serdestiya mêr û tundîa li hember jinê diparêzin berdin. Derbarê maf û jiyanê de em ê biaxifin û biryaran bidin. Bijî têkoşîna jinan.”
 

Sernavên din

07/07/2024
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir
04/07/2024
22:49 Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
21:43 Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
19:12 Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
17:55 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:44 Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:43 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
16:09 Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
15:50 Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
15:38 Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir
15:35 Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
15:02 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da