Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Zabitayên Şaredariya Konakê, deriyê Komeleya Çand û Ziman a Awestayê mohr kirin. 
 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Welat; Du roj beriya niha polîsên bi ser komeleyê de girtin bi hinceta ku rûxsata komeleyê tuneye gefên girtin û mohrkirinê xwarin. Duh jî zabita hatin komeleyê û anîn ziman ku dê îro mohr bikin. Di saetên sibehê de 2 zabitayên şaredariya Konakê hatin komeleyê û deriyê komeleyê mohr kirin.
 
Têkildarî mohrkirinê Hevserokê Komeleya Awesta ya Ziman Ramazan Kaygisiz, bertek nîşanî girtina komeleyê da û wiha got: “Di demeke weke îro ku pêvajoya aştiyê tê niqaşkirin, rayedaran hatin komele mohr kirin. Bi vê mohrkirinê, devê gelê Kurd û zimanê gelê Kurd mohr kirin. Bi salan e gelê Kurd ji bo ziman têdikoşe. Lê dewletê heta niha bersîveke erênî nedaye daxwazên gelê Kurd.”
 
Ramazan Kaygisiz da zanîn ku wekî Komeleya Awesta ya Ziman, gelek caran anî ziman ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî û fermî û wiha axivî: “Em dixwazin Kurd jî wekî hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin û bibin xwedî zimanê zikmakî. Divê hemû saziyên civakî û parazvanên mafên mirovan jî piştgiriyê bidin vê daxwaze me û li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman.”
 
DER BARÊ KOMELEYÊ DE
 
Komeleya Çand û Ziman Avesta ku di sala 2018’an de hatiye avakirin û heta niha bi hezaran xwendekaran fêrî zimanê Kurdî kiriye. Her wiha komele, bi awayekî online jî dersên Kurdî dide.