Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • rojane
  • 09:41 23 Tîrmeh 2025
  • |
img
RÎZE - Rojnamevanên ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Rîzeyê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatin berdan. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Rojnamevanên Hevdem (ÇGD) a Rojhilatê Behra Reş Gençaga Karafazli û rojnamevan Şenol Oksuz ku ji ber nûçeya ku Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Halîl İbrahim Akmeşe odeya xwe ya meqamê guherandiye û tê de tuwaleteke taybet çêkiriye hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.
 
Rojnamevan, piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatin berdan.