* Ayfer Tîmurlenk ku di avakirina Dem-Sir Aş û Mala Çandê ya komunal ya li Dersîmê bû, got: "Ez hêvî dikim ku ev bibe destpêkek û em karibin rihê jiyana komunal ji nû ve bi dest bixin."
* Yasîn Arslan, ku der barê birayê xwe Metîn Arslan de got "Her kêlik, her deqeyek ku wî xerc kir, hem me ji bo me û hem jî ji bo pêşdebirina têkoşînê bû" û xwişka wî Rabîa Arslanê jî ji bo birayê xwe wiha got: "Tu carî kesî ji bo wî negotiye ew xirab e. Em bi bi birayê xwe serbilind in."
* Lêkolîner Rûken Ay Adin diyar kir ku civakîbûna aştiyê bi pêşveçûna zelal a pêvajoyê û jiholêrakirina nezelaliyan ve girêdayî ye û got ku divê civaka sivîl bêyî li benda bangekê be rasterast beşdarî komîsyonê bibe.
* Welatiyên Bazarcixê bal kişandin ser pêvajoya ku der barê pirsgirêka kurd de tê meşandin û gotin: "Ji bo ku aştî pêk were, divê pêşî li Tirkiyeyê hiqûq, edalet, demokrasî û azadî hebin."
* Parlamantera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku li herêma Bestayê ya lê daristan tên birîn lêkolîn kirin, got: "Me qirkirina ekolojiyê li cihê cih lêkolîn kir. Em daxwaz dikin ku ev rewş bi dawî bibe."
*Şaxa ÎHD’a Êlihê dê rapora xwe ya têkildarî bûyera jehrîbûnê ya li Girtîgeha Êlihê ku ji ber avê çêbûbû, li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê aşkera bike. (12.00)
* Muzaffet Akengîn ku piştî 31 sal û 9 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tehliye bû, dê li warê xwe Amedê bê pêşwazîkirin. (12.30)
* Platforma Saziyên Demokratîk dê di çarçoveya Hevdîtinên Civaka Demokratîk de li Kent Meydaniyê konser û meşê li dar bixe. (19.00) ZINDÎ