NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên di sala 9’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn. Rojnewsê, bi peyamekê got ku berpirsyarê sereke ya qetilkirina Hisên PDK ye û got: “Em ê kujeran ne ji bîr bikin ne jî efû bikin.”
Nûçegihanê Rojnewsê yê Dihokê Wedat Hisên, di 13’yê Tebaxa 2016’an de di nava rojê de li ber çavê xelkê Dihokê li Taxa Maltayê hate revandin. Piştî nîv saetê bi birîndarî avêtin li ser rêya di navbera Dihok-Simêlê de. Li ser bedena Hisên şopên îşkenceya hovane hebûn. Piştî rakirin nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest da. Bi ser qetilkirina rojnameger Wedat Hisên re 9 sal derbas bûn.
‘EM Ê KUJERAN JI BÎR NEKIN’
Rojnameger Wedat Hisên, di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Navenda Metro ya li Silêmaniyeyê bi merasîmekê hate bibîranîn. Rojnewsê jî peyameke bîranînê şand. Di peyamê de hate ragihandin ku Hisên ji aliyê wan hêzan ve hate qetilkirin ku li gorî berjewendiyên eşîrî û siyasî tevdigerin û wiha hate gotin: “Em ê kujeran ne ji bîr bikin ne jî efû bikin.”
‘BERPIRSYARÊ SEREKE PDK YE’
Bi domdarî hate destnîşankirin ku li gel bi ser qetilkirina Hisên re 9 sal derbas bûne jî hîn di dozê de gavek nehatiye avêtin û bi bîr xist ku kujer nehatine darizandin û dosya ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye nixumandin. Rojnewsê, PDK weke berpirsyarê sereke yê kuştina Hisên nîşan da û ragihand ku gora Wedat Hisên her sal di salvegerê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê dorpêçkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku kesên rojnamegeran dikujin têne berdan lê belê gelek azadîparêzên Behdînanî yên weke Qareman Şukrî û Şêrwan Şêrwanî girtî ne.