STENBOL - Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin bal kişand ser biryara binpêkirina mafê hêviyê ku DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dabû û got: “Heke bi rastî jî bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê mafê hêviyê cîbicî bikin.”
Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), ragirtina kesekî/ê ya heta dawiya emrê xwe ya bêyî derfeta berdanê, li dijî “qedexeya îşkence û miameleya xerab” e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bi vê sedemê, ji ber “mafê hêviyê” der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan de biryara binpêkirinê da. Tevî ku bi ser biryarê re 11 sal derbas bûne jî hêj Tirkiyeyê ev biryar bicih ne aniye. DMME’yê ji bo jiholêrakirina encamên binpêkirinê, ji Tirkiyeyê xwestibû di qanûnan de sererastkirinan bike lê hêj bi vê daxwazê nehatiye kirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku rayeya wê ya venêrînê heye, ev mijar xist rojeva xwe. Komîteyê heta meha Îlona îsal dem da Tirkiyeyê ku di vê mijarê de sererastkirinan bike. Li gorî plana çalakiyan a Tirkiye pêşkeş dike jî dê komîte biryara xwe bide.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Di Pergala Înfazkirina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST), Baroya Amedê, Baroya Wanê, Baroya Şirnexê, Baroya Colemêrgê û Baroya Rihayê di 24’ê Tîrmehê de ji bo cîbicîkirina biryarê agahî dan komîteyê.
Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin têkildarî mijarê axivî û got ku Tirkiyeyê ji bo encamên biryara binpêkirinê ji holê rake ev 11 sal in tu sererastkirinên qanûnî nekiriye. Zîlan Aydinê diyar kir ku bi vê sedemê jî rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê agahî dane komîteyê û di vê çarçoveyê de ji sala 2021’ê heta niha 4 caran agahî dane.
'DI PLANA ÇALAKIYÊ YA TIRKIYEYÊ DE TU HINCETÊN ŞÊNBER TUNE NE’
Bi domdarî Zîlan Aydinê bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê “plana çalakiyan a şênber” xwestiye û wiha pê de çû: “Tirkiye plana çalakiyan pêşkeşî komîteyê dike. Ev plan ji çar tiştan pêk tê. Îdia dike ku nexşerêyeke şênber di vê planê de heye lê di tu xalan de tiştekî şênber tune ye. Weke mînak; pergala efûyê ya serokkomariyê weke alternatîfa cezayê muebbbeda girankirî û hêviya tehliyeyê nîşan didin. Lê tu aliyekî vê ya rast nîne. Li gel vê, îdia dike ku derfeta tehliyeya bişert ji bo hikûmxwarên muebbeda girankirî jî heye. Lê em nikarin bibêjin li vir derfeta berdana bişert heye. Ji ber ku di Qanûna Înfazê de ji bo hikûmxwarên muebbeda girankirî 36 sal hatine diyarkirin. Lêbelê di berdewamê de girtiyên siyasî ku weke ‘sûcdarên terorê’ dibîne, li derveyî vê dihêle. Lewma jî ji bo kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn bi tu awayî mekanîzmaya derketina derve pêşkeş nake.”
'DIBE KU LI MUEYÎDE LI TIRKIYEYÊ BÊN FERZKIRIN’
Zîlan Aydinê destnîşan kir ku ev agahdarkirin a dawî ye û got: “Komîteyê, ji ber ku pêvajo bi vî rengî domiya û binpêkirina maf domiya, ferman da sekreteryayê ku biryara navberê bide. Têkildarî naveroka vê biryarê agahî li ber destê me nînin. Lêbelê dibe ku mueyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bike.”
'KOMÎSYON JI BO MAFÊ HÊVIYÊ DIKARE GELEK TIŞTAN BIKE’
Zîlan Aydinê anî ziman ku mafê hêviyê û binpêkirinên mafan ên bi dehan sala ye didomin, encama dijdemokrasiyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Abdullah Ocalan, serkêşiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Ev pêvajo, ji bo Tirkiye di qanûnan de sererastkirinan bike jî derfetek e. Cîbicîkirina mafê hêviyê pir girîng e. Komîsyona li Meclisê di mijara mafê hêviyê de dikare gelek tiştan bike. Divê di qanûnan de sererastkirin bikin û biryara DMME’yê ya di sala 2014’an de cîbicî bike. Komîsyoneke ku nûnerên her kesî tê de hene dikare vê gavê biavêje. Heke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd biisrar bin, wê demê divê mafê hêviyê cîbicî bikin.”
MA / Melîk Çelîk