Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e

  • jin
  • 16:07 14 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star, bertek nîşanî daxuyaniya nûnerê taybet ê DYA’yê da û got: “Avakirina pergaleke demokratîk û nenavendî, temînata aştî û yekitiyê ye.” 

 
Kongra Star der barê daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê Thomas Barrack de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji bo afirandina atmosfereke baweriya hevbeş di navbera aliyên Sûriyeyê de divê navbeynkarên navneteweyî roleke avaker û bêalî bilîzin û piştgiriyê bidin diyaloga navxweyî ku ewlehî û îstiqrarê mîsoger bikin.
 
‘SIYASETÊN NAVENDÎ SEDEMA SEREKE YA ALOZIYAN E’ 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sûriye ya ku ji ber şer, desthilatdarî û siyasetên pişaftinê yên ku zêdetirî 60 salên serdestiya Baasê westiyaye, îro li pêşberî derfeteke dîrokî ye da ku xwe ji nû ve, li ser bingehên nû; edalet, wekhevî, qebûlkirina pirrengiya çandî û civakî ku bingeha nasnameya Sûriyeyê, ava bike. Ezmûnên salên borî îsbat kirin ku siyasetên navendî, înkarkirina mafên pêkhateyan sedemên sereke yên derketina aloziyê ne. Lew ra jî her diyaloga nîştimannî ya ku daxwazên tevahiya pêkhateyan, bi taybetî yên jin û hêzên pêşeng ên têkoşînê di ber çavan re negire, dê diyalog kêm û wêranker be.”
 
‘DIVÊ DIYALOG LI SER BINGEHA DEMOKRASIYÊ BE’  
 
Bi domdarî Kongra Star îşaret bi vê yekê hate kir ku divê rola navbeynkariyê afirandina atmosferek baweriya hevbeş di navbera aliyên Sûriyeyê de û piştgirîkirina çareseriyek Sûriyeyî-Sûriyeyî be ku ewlehî û aramiyê pêk bînin û beşdariya bi bandor a hemî pêkhateyan di şekildana pêşeroja welêt de misoger bike. Hate destnîşankirin ku divê diyalog li ser bingehên demokrasiyê û nenavendîbûnê jî were avakirin ku temînata rasteqîn ên rêgirtina li ber şer û parçebûnê be.
 
‘ROLA JINAN ŞERTÊ BINGEHÎN A CÎBICÎKIRINA EDALETÊ YE’  
 
Di daxuyaniyê de naskirina mafên jinan û rola wan a pêşeng di avakirina Sûriyeya nû de wekî şertê bingehîn ê pêkanîna edalet û lihevhatina rasteqîn hat destnîşankirin. Hat gotin, bêyî mîsogerkirina maf û rûmeta jinan aştî li Sûriyeyê nepêkan e û bêyî beşdarkirina wan rasteqîn tu proseyên siyasî bi ser nakevin.
 
‘PARASTINA SÛRIYEYÊ BI PERGALEKE NENAVENDÎ PÊKAN E’     
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku parastina yekbûna Sûriyeyê bi dirûşman na, lê bi qebûlkirina pirrengiyê, rêzgirtina li îradeya gelan, avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî ya ku maf û azadiyan diparêze pêkan e. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta demkî, di serî de NY, navbeynkarên navneteweyî hat kirin wiha hate gotin: “Berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin da ku Sûriyeyê ji tarîtiyê ber bi siberojeke hevbeş a demokratîk, ewle û adilane ve bibe.”
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

15/07/2025
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand