AMED - Xwişka Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya Amedê Hafiz Akdemîr Fahriye Bûlût diyar kir ku ew dixwaze failên birayê wê bên aşkerakirin.
Di ser qetilkirina Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Amedê Hafiz Akdemîr re 33 sal derbas bûn, ku di 8'ê Hezîrana 1992'an de li kolana Melîk Ahmet a navçeya Sûr a Amedê hat qetilkirin. Akdemîr ku bi rojnameya Yenî Ulkeyê re dest bi karê xwe yê çapemeniya azad kir, piştî girtina rojnameyê karê xwe yê nûçegîhaniya Amedê ya Ozgur Gundemê dewam kir. Piştî ku cînayetên 'kiryar nediyar', şewitandina gundan û gelek binpêkirinên mafên mirovan ên di salên 1990'î de hatin aşkerakirin, nota bi gefa 'pênûsa we wê bişike, dora we ye' li ser deriyê ofîsê yê rojnameyê hat hiştin. Piştre Akdemîr di dema kontrola nasnameyê de ji aliyê polîsan ve bi gotina 'Li tiştên hûn dinivîsin baldar bin' gef lê hat xwarin. Piştî van gefan, di 8 'ê Hezîrana 1992'an de dema diçû buroya Amedê ya rojnameyê, li kolana ku niha navê xwe lê ye Hafiz Akdemîr rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
Di lêpirsîna ku têkildarî kuştina Akdemîr hatibû destpêkirin de 8 sal in ti pêşketin çênedibû. Piştî mirina berpirsyarê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglu ku di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve hate bikaranîn, di 17'ê Çileya 2000'an de li Beykoza Stenbolê di vîllayekê de hatibû kuştin û piştre ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, Doza Sereke ya Hîzbûllahê de hatibû vekirin û di dosyayê de kuştina Hafiz Akdemîr di nav de 188 cînayetan de hebû ku. Di sala 2008'an de li Viyanaya Awusturyayê endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz ji aliyê Înterpolê ve hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê û wek berpirsiyarê kuştina Akdemîr û 11 kesên din dihat dîtin.
Di encama dozê de Yildiz ji ber 6 kuştinên kiryar nediyar û 2 jî ji ber êrîşa çekdarî cezayê muebbetê lê hat birîn. Li gel mehkûmên din ên Hîzbûllahê Yildiz bi biryara 'binpêkirina mafê darizandina adîl' bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re piştî 11 salan girtî ma, serbest hat berdan.
Xwişka Akdemîr Fahriye Bûlût 33 sal in daxwaza edaletê dike û qala birayê xwe kir.
CENAZEYÊ WÎ HATE REVANDIN
Fahriye Bûlût diyar kir ku Akdemîr dema 20 salî bû hatiye girtin û piştî ku 7 salan di girtîgehê de maye dest bi karê rojnameyekê kiriye û bi bîr xist ku di nava wê demê de li her kolanê mirov dihatin qetilkirin. diyar kir ku birayê wê Akdemîr jî li kolanê hatiye qetilkirin û wiha got: "Wan ew jî qetil kirin. Li gel wî dilê me şewitî." Fahriye Bûlût bibîr xist ku piştî birayê wê hat qetilkirin destûr nehat dayîn ku birayê xwe defin bikin û cenaze di nîvê şevê de ji nexweşxaneyê hat wergirtin û birin gundê wî û wiha axivî: "Li goristanê leşkeran ji me re digotin 'negirîn, bêdeng bibin'. Li gel zextan jî ji 7 gundan bi sedan kes tevlî taziyeyê bûn."
BILA KUJER BÊN AŞKERAKIRIN
Fahriye Bûlût anî ziman ku birayê wê ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hatiye qetilkirin û wiha got: ""Bi zanebûn ew kuştin. Em dixwazin kujer bên aşkerakirin. Ew hê 27 salî bû. Çi mafê wan hebû ku wî bikujin? Em dixwazin edalet pêk bê. Wê demê edalet tunebû... Kuştin hê jî didomin. Divê dawî li van kuştinan bê. Divê dewlet kujerên Hafiz aşkera bike û lêborîna xwe bixwaze."
MA / Mujdat Can