ENQERE - Komek xwendekarên li ODTU'yê Koma Lêkolînên Kurdî ava kirin. Endamê komê Eren Rojhat Emîcî diyar kir ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi destûra bingehînî were naskirin.
Komek xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) Koma Lêkolînên Kurdî ya METU ava kirin. Armanca komê ew e ku di qada akademîk de bikaranîna Kurdî pêş bixe.
Endamê METU Kurdî Eren Rojhat Emîcî anî ziman ku ew dixwazin li dijî polîtîkayên yekperest di qada akademîk de ji bo zimanê zikmakî têbikoşin. Emîcî da zanîn ku li Romanyayê ji dayik û mezin bûye û ji bo perwerdeya xwe hat ODTU'yê wiha got: "Li ODTU'yê xwendekarên ji çar parçeyên Kurdistanê hene. Dema ez hatim vir, min dixwest hema afîşek be jî bibînim. Me got, divê cihekî ku xwendekarên Kurd karibin xwe lê îfade bikin hebe."
Emici da zanîn ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û astengiyên li pêşiya ziman bên rakirin û wiha axivî: "Hem di hîndekariya bilind de hem jî di qada akademîk de em dixwazin bi Kurdî bixwînin û bixebitin. Ji ber ku dema em nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, em di nîqaşên akademîk de rastî kêmasiyan tên. Em dixwazin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi destûra bingehînî bê naskirin."
Emîcî bertek nîşanê qebûlkirina hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn weke 'Tirk' da û wiha got: "Ev ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan pirsgirêkek mezin e. Civakên hindikayî ji ber ku hebûna wan ji aliyê dewletê ve nayê naskirin, di bin rîska tinebûnê de ne. Ji ber vê yekê naskirina hemû gelan girîng e."
DÊ ATOLYEYAN LI DAR BIXIN
Emîcî behsa xebatên METU Kurdî kir û diyar kir ku ew dê li ser kurdî komxebatan li dar bixin û got, "Em klûbeke axaftinê, qursên zimanê Kurdî, xebatên têkildarî hunera Kurdî, atolyeyên muzîkê yên weke erbane û tembûrê plan dikin. Her wiha em li bendê ne ku hunermendên li derveyî zanîngehê destekê bidin bernameyên me."
MA / Sema Bîngol