RIHA - Şaredariya Curnê Reş a DEM Partiyî di nava salekê de ji çêkirina rêyan heta navendên jinan û etutan, gelek navend vekir. Hevşaredar Serhan Paydaş, got: “Tiştên di 45 salan de nehatine kirin me di salekê de kirin.”
Şaredariya Curnê Reş a Rihayê ku salên dirêj ji hêla partiyên pergalê ve dihat birêvebirin, di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de kete destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Rêveberiya DEM Partiyê di nava salekê de rêyên gelek gundan çêkir, Şorbexane, Navenda Bêhnvedanê ya Jinan, navenda etutê, noqteyên Wi-Fi’yê yên bêpere û gelek xizmetên din xist meriyetê. Her wiha “pergala randevuyê” ya li şaredariyê jî hate rakirin.
Hevşaredarê Curnê Reş Serhan Paydaş da zanîn ku di 31’ê Adarê de li hemû deriyan xistine û şaredarî bi dest xistine. Paydaş, got: “Hesreta gel a 45 salan hebû. Rejîmeke zextker şaredarî birêve dibir. Hesreta gel a ji bo şaredarvaniya gel di 31’ê Adarê de diyar bû. Di 2’yê Hezîranê de me wêraniyeke ji her alî ve dewr girt. Me tavilê pêşiya rantê kir. 45 milyon TL deyn hebû û me tevî derfetên kêm jî di salekê de daxist 17 milyonan. Xizmeta di 45 salan de nehatibû kirin me di salekê de kir.”
Paydaş, da zanîn ku wan biqasî 70 hezar metrekar kevirên parkeyê danîne û got: “Bi civînên rêkûpêk em gel jî tev li pêvajoya xizmetê dikin. Çawa ku me şaredarî bi dest xist, gelek kes di hefteya ewil de hatin şaredariyê û baca xwe ya emlaqê dan. Me pirsa ‘we heta niha çima nedida’ jê kir û ji me re gotin; ‘Me ev der aydê xwe nedidît lewma.’ Karê me yê ewil bû rakirina pergala randevuyê. Di demên berê de bi rêya randevuyê tenê bi hin kesan re hevdîtin dihat kirin. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye, bi her kesên tên serdanê re diaxivin. Gel beriya randuviyê bigire tê şaredariyê. Ger em li vir nebin jî li ser telefonê li me digerin û daxwazên xwe dibêjin.”
PÊDIVIYA BI OTOGARA NAVÇEYÊ
Paydaş, destnîşan kir ku beriya wan pere bi dest dihat girtin û li şaredariyê vezne tune bû. Paydaş, got: “Bi hatina dahatê re me vezne ava kir. Tu tiştek ji girtina pereyan a bi dest xelettir nîne. Li qada bajar em Wi-Fi’yê bêpere didin. Hedefa me ew e ku em vê sepanê li 12 parkan bixin meriyetê. Me şorbexane vekir û rojê bêpere şorbeyê didin 700 kesan. Ji bo xwendekaran me navendên etutê vekir. Li navenda navçeyê me navendên bêhnvedanê û jiyanê yên jinan vekirin. Em niha kanên xurdik û kevirên kilsinî vedikin. Em ê tesîsa xwe ya hilberandina kevirên parkeyê vekin. 47 hezar nifûsa Curnê Reş heye lê otogareke wê tune ye. Em ê di sala 2026’an de otogarê jî vekin.”
Paydaş, anî ziman ku xizmeta di 45 salan de li Curnê Reş nehatibû kirin wan di nava salekê de kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj jî pêdiviya me bi 150 hezar metrekare kevirên parkeyê hene. Rêyên gundên Xûwşxûşkê ji ber nêrîna siyasî nedihatin kirin û me rêya wan çêkir. Zivistanê xelkê nedikariya derkeve derve. Em ê heman xizmetê ji bo gundekê din jî bikin. Em nû nehatin vê derê, em dîsa vegeriyan. Li dijî pergala ku ev 45 sal in tu xizmet nekiriye, em ê tişta ji dest tê bikin. Hêj serdema me neqediyayî em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Dibe ku hin kêmasiyên me hebin lê em ê bi hev re jê re bibin bersiv.”
MA / Emrullah Acar