* Dayika girtiyê nexweş Abdûlkadîr Akdogan ê ku li Girtîgeha Bolû ya Ewlehiya Bilind Hîkmet Akdogan got: “Divê bi sereastkirinên hiqûqî ve dayik bighîjin zarokên xwe. Ger sed sal jî derbas be dawiya vî şerî dê bi aştiyê ve encam bibe.”
* Jinên beşdarî ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ ya ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin bûn, banga zêdekirina bernameyên bi vî rengî kirin.
* Dayika Haci Lokman ê ku bi maşîneya zirxkirî ve hatibû kişkişandin Nazîre Bîrlîk, got: “Heta gotinên Abdullah Ocalan cihbicî nebe aştî pêknayê. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn.”
* Cemîle Ocalan a 95 salî ku 6 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku êşa wê bi hatina aştiyê re sivik dibe û got, "Ji bo em rojeke xweş bibînin me zarokên xwe yên herî baş defin kirin."
* Siyasetmedar Melda Onur diyar kir ku divê îktîdar zimanê xwe biguherîne û got: “Di komîsyona li Meclisê de ne tenê partiyên siyasî, divê rêxistinên civaka sivîl jî cih bigirin.”
* Bavê Rojîn Kabaîş a ku bi ser mirina wê ya bi guman re 8 meh derbas bûne, Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku pêvajo tê dirêjkirin, tu agahî bi wan re nayên parvekirin û dozger têkildarî dosyayê tiştekî zelal dernaxîne holê.
* Endamê Komîteya Navendî ya Partido Obrero ya li Arjantînê Guillermo Kane got: “Heta gelê Kurd azad nebe dê azadiyeke rasteqîn nebe.”
* Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku ji bo cîbicîbûna aştiya civakî divê di qanûnan de sererastkirin bên kirin, divê “mafê hêviyê” bê pênasekirin û hemwelatiyan wekhev di destûra bingehîn de cih bigire.
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê tev li civîna “Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” bibe. (10.00) ZINDÎ
* Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê dê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar bixe û Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî dê tev li bibe. (11.00) ZINDÎ
* “Hevdîtinên Jin Ked Çand û Hunerê ya Amedê” ku Şaredariya Bajarê Mezin li dar dixe dê di roja 3’yan de bidome. (12.00-20.00)
* Li Şirnex û Stenbolê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî bên dayin û çalakî bên lidarxistin. (13.00-15.00)