STENBOL - Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Keskan Nacî Sonmez diyar kir ku pêwîstî bi 'koalîsyona demokrasiyê' ya mezin heye û destnîşan kir ku di pêvajoya nû de ew ê ji bo civakîbûna aştiyê têbikoşin.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Keskan Nacî Sonmez li gel biryarên kongreya PKK'ê, 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Sonmez destnîşan kir ku ji bo demokrasiyê divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.
GIRÎNGIYA DEMOKRASIYÊ
Sonmez diyar kir ku ji ber polîtîkayên salên dawî yên hikûmetê hin fikar hene û divê hikûmet hin gavan bavêje û destnîşan kir ku serbestberdana girtiyên nexweş û guhertinên di Qanûna Înfazê de gavên pêşîn ên divê bên avêtin e û wiha axivî: "Di pirsgirêka Kurd de destketiya bingehîn demokrasî ye. Bêyî avakirina demokrasiyê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin."
Sönmez têkildarî mijara "peymana civakî" ku di peyama dawî ya Abdullah Ocalan de balê dikişînin ser bangewaziya Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyonekê li Meclîsê û wiha got: "Ev gavên destpêkê yên baş in. Lê tenê xwedîlêderneketina komîsyona parlamentoyê têrê nake; pêwîste platformeke hevpar a berfireh a ku beşên cuda yên civakê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û partiyên siyasî yên li derveyî Meclîsê di nav de cih digirin, bê afirandin."
ÇARESERÎ Û SIYASETA DEMOKRATÎK
Sonmez bal kişand ser ku eger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê rê li ber siyaseta demokratîk veke û wiha got: "Kengî siyaseta demokratîk hêz bi dest xist, desthilatdariya siyasî bi argumana 'terorê' ve 'terorîze kir'. Her kes bi cihekî diyar ve girêdayî bû. Hema hema her kesên li dij derdiket, ketin nava lepên 'terorê'. Eger pêvajo bi vî rengî dewam bike, ez bawerim ev arguman wê êdî ji aliyê desthilatdariyê ve nikaribe bê meşandin. Ev yek wê hem ji bo tevgera siyasî ya Kurd hem jî ji bo hêzên siyasî yên demokratîk ên li Tirkiyeyê firsendên girîng veke."
Sonmez destnîşan kir ku ew ê li gel siyaseta Kurd bin û wiha got: "Li Tirkiyeyê rêya bidestxistina demokrasiya rast, di hembêzkirina destkeftiyên ku tevgera siyasî ya Kurd aniye qada demokratîk de ye. Di navbera me û avaniyên çepgir û sosyalîst de jî mesafeyek heye ku xwe ji siyaseta Kurd dûr xistine. Em ji xeteke ku xwe ji siyaseta Kurd dûr dixîne dûr in. Em tevgera siyasî ya Kurd tenê weke tevgereke Kurd nabînin. Em tevgera siyasî ya Kurd weke mijareke tevgera şoreşger, sosyalîst, weke parçeyekî wê dibînin û weke yek ji dînamîkên pêşketî dibînin. Di vê wateyê de eger tevgerên çep, sosyalîst û ekolojîk bikevin pêvajoyeke ji nû ve avakirinê, divê siyaseta Kurd weke mijarên girîng qebûl bikin."
'EM Ê AŞTIYÊ CIVAKÎ BIKIN'
Sonmez diyar kir ku pêwîstî bi 'koalîsyona demokrasiyê' ya mezin heye û divê tevgerên çep û sosyalîst bikevin pêvajoyeke ji nû ve avakirinê û wiha axivî: “Di vir de peywireke mezin dikeve ser mile siyaseta Kurd. Ocalan di peyama xwe ya dawî de bal kişandibû ser sosyalîzmê. Ez bawer nakim ku ev daxuyanî bi awayekî tesadufî li wir hatibe dayîn. Di vê wateyê de siyaseta Kurd wê di dema pêş de rê li ber rêxistinbûyîneke siyasî ya mezintir a enternasyonalîst veke; em ê bi erkên xwe yên weke ji nû ve avakirina tevgera çep û sosyalîst û avakirina koalîsyona demokrasiyê bi dilrehetî tevlî vê pêvajoyê bibin. Bi civandina partiyên siyasî yên ku pêkhateyên DEM Partiyê ne û yên din armanc dikin ku bibin dengê aştiyê. Em di wê baweriyê de ne ku divê em bibin barhilgirên xebatên siyasî ku civakîbûna aştiyê ji Derya Reş heta Egeyê û ji Egeyê heta Trakyayê xurtir bikin.”
Sonmez herî dawî got ku di pêvajoyeke girîng de derbas dibin, firsendên dîrokî hatine bidestxistin û her wiha rîskên vê pêvajoyê jî hene û ji bo firsend ji dest necin divê têkoşîneke hevpar bê meşandin.