AMED - Her du derwêşên Dêrsimê bûn çiya, bûn Munzur, bi pîroziya têkoşînê re li asîmanê Kurdistanê bûn stêrk. Bi hezaran kesên li Amedê ji bo wan hatin gel hev, hem her du derwêşên welat bi bîr anîn hem jî xwedî li banga civaka demokratîk derketin.
Gelekî ku sedsal e tê xwestin were tunekirin, bi berxwedana xwe navê xwe li dîrokê nivîsand. Vejîna xwe, ji çemnên xwe, bi hêza ji çiyayên xwe girtî careke din afirand. Her çend bi her singûya li nasname û zimanê wan hatiye xistin xwîna herikîbe nava vê axê jî, xwe gihand her zerreya axê, bû çîçek, bû çiya û bû heqîqet.
MIFTEYA ÇIYAYAN
Daxwaz û hêviya azadiyê ku xwestin li ser Sûrên Amedê bê eciqandin, li Çiyayê Araratê bû serhildan, bilid bû ber asîmanan, li Dêrsimê bû Elîşêr û Zerîfe, bû Seyîd Riza û Besê... Xwestin bi singûyan tune bikin van zarokên çiyayan. Bi vegotina Atakan Mahîr, dema kesekê ji Eşîra Demenanê kurê xwe winda dike, dibêje; “Me mifteya çiyayan winda kir.”
Mifte, winda dibe. Bi qirkirinê re Dêrsim dibe sirgûn, Munzur ber bi aliyekê din ve diherike. Bi dirûşma “Kurdistan mêtingeh e” re careke din cemre dikeve ser axê û ew ciwan ji bo careke din mifteya winda kirin bibînin, dest bi rêwîtiyê dikin.
JI SIRGÛNAN BER BI ÇIYAYAN VE
Vaye ew ciwanên Seyîd Rizayan dane ser rêyê, li çiyayan bûn derwê. Derwêşên heqîqetê yên xakê, ew mifteya winda bûbû, dîtin. Bûn Sakîne, bûn Atakan, bûn Alî Haydar, bûn Riza, bûn hezaran kes, bûn deh hezar, bin sed hezar... Di bedenekê de gihiştin hev, veguherîn dareke ku her ku ruh dihat kuştin zêdetir dibûn.
Vê berxwedana heqîqetê mirin tune kir, bû nemir. Li ku derê kî bikeve tengasiyê mîna Xizir li cem wan bûn, li dijî zaliman li ber xwe dan. Bi hezaran kes di vê rêya azadiyê de canê xwe ji dest dan lê berê herikîna avê guherandin, bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deriyê azadiyê vekirin. Tam di têketina vî deriyî de, di 12’ê Gulanê de hate ragihandin ku ev her du derwêşên Dêrsimê bûne stêrk. Van her du derwêşên vê xakê, bi stêrkbûna xwe, bûn ji wan kesan ên rêya çareserî û azadiyê vekirin. Lêbelê, di mekana Seyîd Riza, Sakîneyan, Zerîfeyan de mirin tune ye, ew ber bi heqiyê ve meşiyan û bûn heq, bûn heqîqet.
Li Enqereyê ku ji wê derê bi rê ketibûn, piştre li Dêrsimê ku lê bûbûn Munzur hatin oxirkirin, bi têkoşîna xwe hatin bibîranîn. Bi yek dengî hate qîrîn: “Oxir be Derwêşên Kurdistanê.”
Piştre jî zarokên Kurdistanê dane ser rêyan û derwêşên ku ew jinûve zindî kirin, li qada ku sêdar lê hatine danîn, li qada ku Şêx Seîd lê hatibû darvekirin lê tu hêz nekarî bikuje, bi bîr anî.
BANG SILAV KIRIN
Ev gel, herî dawî di 27’ê Sibatê de bi coşeke mezin ji bo guhdarîkirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê qadê civiya bû. Gel, dîsa li vê qadê civiya û gotin ku ew piştgiriyê didin bangê. Ne tenê her du derwêş, hemû ciwanên canê xwe ji dest dane bi bîr anîn. Dayikên ku destê wan li ser dilê wan, bavên ku bi daxwaz û hêviya ku êdî êşê nekişîn û kesek nemire, bi hezaran kesên bi daxwaza azadiyê ev qad tije kirin. Ji rêyeke dûr hatin. Qad, bênavber bi dirûşman olan dida. Di kêliya rêzgirtinê de bêdengiyeke mîna ya kevir hebû li qadê. Piştre sirûda “Çerxa Şoreşê” bi yek dilî, bi yekdengî hate gotin. Tevî hemû hewldanên provakasyonê jî deng qet qut nebû û soza ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin hatibû dayin, dîsa hate dubarekirin.
Ciwan, dayik, bav û her kesên li qadê, ji bo avakirina civaka demokratîk ku dê bibe deriyê azadiya Kurdistanê li wir civiyan.
DI HEMBÊZA WÎ DE WÊNE DABÛ SER RÊYAN
Yek ji kesên daketibû qadan jî apê Qadir bû. Apê Qadir ji Xoşvan a Erdexanê hatibû. Destê wî li ser dilê wî, çavên wî her tim tije hêsir û di telefona di destê xwe de wêneyê keça xwe Nûjiyan Sariya ku winda kiriye nîşan dida. Keça wî ji bo heqîqetê berê xwe dabû çiyê û ji wir jî ber bi Kobanê ve meşiya bû. Di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest dabû lê du sal piştre haya wî ji vê rastiyê dibe. Niha jî lli cem Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, keça xwe Nûjiyan jî bi bîr di anî. Zarokekî wî hêj girtî ye û gelek birazî û xwarziyên wî jî hêj li çiyê ne... Bi çavên tije hêsir digot “Gelek şehîdên me hene.” Lê dîsa jî di rûyê wî de kelecana van roja hebû. Û daxwazeke wî jî heye, dixwaze bi hev re biçin serdana gora keça xwe û li ser gora wê spasiya wê bike.
Li qadê bi sedan dayik, bav, xwişk, bira û rêheval.... Hemû kesên winda kirine bi bîr tînin û bi yekdengî xwedî li pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan dest pê kirî derdikevin.
MA / Dîcle Muftuoglû