NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li 2 bajaran mewlûd da û li bajarekî jî şîn danî.
Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran piştî şînê mewlûd hatin dayin.
RIHA
Şîna ku rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê ji bo Sirri Sureyya Onder danîbû di roja 3’yan de domiya. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana şînê. Welatiyan, li lênûsa bîranînê ya ji bo Onder danîbûn ser maseyê, hestên xwe nivîsandin. Dayika Aştiyê Emîne Çîzîk ku tev li şînê bû, strana xwe ya ji bo Onder a bi navê “Hevalê Sirrî” striya.
Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî axivî û got ku Onder tevahiya emrê xwe ji bo aştî û demokrasiyê feda kir. Karakeçîlî, got: “Gelek derdorên cuda yên civakê anî cem hev. Yek ji kesên paradîgmaya birêz Ocalan herî baş fêm kirî û jiyayî bû. Em soz didin wî ku dê têkoşîna wî ya aştiyê bidomînin.”
Piştre jî ji bo Onder mewlûd hate dayin û şîn bi belavkirina helavê bi dawî bû.
Her wiha li rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Serêkaniyê, Wêranşar, Sêwereg, Hewag, Xelfetî, Pirsûs û Bêrecûk’w jî şîn domiya û mewlûd hate dayin.
EDENE
Şîna li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê yên Edene û navçeyên wê Ceyhan, Yuregîr û Çukurovayê hatibûn danîn jî berdewam kir. Di serî de Dayikên Aştiyê, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin serdana şînê û sersaxî xwestin.
MÊRSÎN
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê jî li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê ji bo Onder mewlûd dan. Gelek kes tev li mewlûdê bûn.