Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin

WAN - Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate dayin û banga tevlibûna çalakî û xwepêşandanan hate kirin. 
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û partiyên siyasî, têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan. Daxuyanî, li Kolana Hunerê hate dayin û pankarta “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hate hilgirtin. 
 
Ji rêveberên Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Bîrhat Duman bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û got: “Zimanê Kurdî nirxê me Kurdan ê herî bingehîn e. Çavkaniya sereke ya hebûn, nasname û yekitiya me ya neteweyî ye; mifteya azadiya me Kurdan e. Çawa ku hemû neteweyên din bi zimanê xwe hene em Kurd jî bi zimanê xwe hene.”
 
‘HEWL DIDIN ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RAKIN’
 
Bi domdarî Duman anî ziman ku mafên hemû zimanên cîhanê çi bin mafên zimanê Kurdî jî ew in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê mixabin, bi ji ber ku em Kurd bi salan tune hatin hesibandin, zimanê me Kurdî jî tune hate hesibandin, hat qedexekirin, rastî gelek êrişan hat. Hewl hat dayîn ku zimanê me Kurdî ji holê bê rakirin. Lê, me gelê Kurd bi têkoşîna xwe nehêla ev yek bê. Dîsa jî îro bi gelek awayên cuda zimanê Kurdî hê jî rastî tunehesibandin, qedexekirin û pişaftinê tê. Desthilatdar hê jî hewl didin ku bi gelek rê û rêbazên nûjenkirî zimanê Kurdî ji civaka Kurd qut bikin, sînordar bikin û di nava demê de bihelînin.  Bêguman em Kurd nahêlin ev yek pêk bê.”
 
‘EM JIYANEKE BÊYÎ KURDÎ QEBÛL NAKIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Duman destnîşan kir ku ew ê di her şert û mercan de zimanê xwe biparêzin û wiha got: “Em jiyaneke bêyî Kurdî bi tu awayî qebûl nakin. Zimanê me Kurdî xeta me ya herî sor e. Rêzdar Abdullah Ocalan jî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Xwedîlêderketina li zimanê xwe peywira hemû kesan e.’”
 
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE, KURDÎ BIBE XWEDÎ STATU’
 
Duman, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne. Helbet ji bo ku aştiyeke birûmet pêk bê û civateke demokratîk bê avakirin divê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan tevahî bê rakirin, ji aliyê fîzîkî ve serbest û azad be, nasnameya Kurdî xwebirêvebirina me Kurdan ji aliyê siyasî û hiqûqî bê nasîn; zimanê Kurdî û hemû nirxên me Kurdan li her derê azad û serbest bin. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê be; di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Ji bo vê jî, em ê wek saziyên zimanê Kurdî, partî û hemû pêkhateyên demokratîk bi dirûşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ têkoşîna xwe bilindtir û berfirehtir bikin. Li ser vê bingehê; em ê heta 1’ê Hezîranê, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur ên Kurdî li nava civakê li dar bixin; li navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Em ê bernameyên meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi Kurdî, civînên zimanê Kurdî yên li nava gel, form, kursiyên gel, konên zimanê Kurdî, hînkirina alfebeya Kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi Kurdî, panel, sempozyum, şahî, konser, gotûbêj, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan têkoşîna ji bo zimanê Kurdî li her derê belav bikin. 
 
DÊ ÇALAKIYÊN CUR BI CUR BÊN LIDARXISTIN
 
Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî, serbestî û azadiya Kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên Kurdî yên ku kirine Tirkî li her derê belav bikin. Dîsa em hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê Kurdî belav bikin. Bi vê armancê; em bang li hemû sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û civakparêz, bi taybetî jî bang li jin, ciwan, rewşenbîr û li hemû Kurdan dikin ku; em hemû Kurd li dor zimanê Kurdî, yekitiya xwe ava bikin; her rojê bikin cejna zimanê Kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê Kurdî li her qadê bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke Kurdî, bikin kurdîgehek. Bi van hest û ramanan, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be. Bijî zimanê Kurdî. Her dem Kurdî her der Kurdî. Kurdî, yekitî, azadî! Ji bo Kurdî her dem li her derê têkoşîn û xebat!”
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî zimanê Kurdî” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket