Dayikên Aştiyê: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bidomînin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê têkildarî Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û gotin: “Dema aştî hat, weke gelê Kurd em ê biçin ser gora wî û jê re bibêjin ‘hêviya te pêk hat, aştî hat.’” 

Meclisa Dayikên Aştiyê, ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku duh jiyana xwe ji dest da, li gelek bajaran daxuyanî da. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, piştî daxuyaniyan çûn serdana şîna Onder ên li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatine danîn û sersaxî xwestin. 
 
MÊRDÎN  
 
Meclisa Dayikên Aştiyê li Mêrdînê û navçeyên wê Artuklu, Qoser, Dêrik, Nisêbîn û navçeyên din daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê yên çûn serdana şîna li Artukluyê, li vir daxuyanî dan. Ji Dayikên Aştiyê, Halîme Kaya wiha got: “Di dilê me de birîneke mezin vekir. Ji ber wefata wekîlê me Sirri Sureyya Onder em gelek xemgîn in. Di rêwîtiya me ya aştiyê de rêhevalê me ye. Em sersaxiyê ji bo malbata wî û gelê Kurd dixwazin. Wekîlê me yê hêja bû. Ji bo keda wî em çi bibêjîn jî kêm dimîne. Keda wî pir bû. Bi hezaran caran cihê wî bihûşt be. Em dayike tevek destên dayika wî maç dikin. Ji ber ku şêrekî wiha aniye dinyayê, ji bo ku şêrekî wiha gihandiye em destên wê maç dikin. Ji bo keda wî em gelek spasiya wî dikin, em ê têkoşîna wî bidomînin.” 
 
Dayika Aştiyê Ferha Akbulut a di daxuyaniya li Qoserê de axivî jî got ku ew ji ber wefata Onder gelek xemgînin. Ferha Akbulut, got: “Serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Kurd û Tirkmen sax be. Di têkoşîna aştiyê de rêhevelekî gelek biqîmet bû. Em ê xwedî li mîrasa wî derkevin û têkoşîna wî ya aştiyê bidomînin.” 
 
WAN
 
Dayikên Aştiyê li Wanê çûn serdana şîna li avahiya DEM Partiyê ya bajar. Li vir daxuyanî dan. Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Perîşan Aslan jî got: “Wekîlê me jiyana xwe ji dest da, em gelek xemgîn in. Ev, ji bo me, ji bo gelê Kurd êşeke mezin e. Serê birêz Abdullah Ocalan û Kurdistanê sax be. Wekîlê me ji bo aştiyê têdikoşiya.” 
 
Dayikên Aştiyê Hanîfe Koçak û Eynê Atabay jî sersaxî xwestin ku her kes ji bo bicihanîna daxwaza aştiyê ya Onder têbikoşin. Dayikan, wefata Onder weke rojeke reş pênase kirin û xwestin her kes xwedî li aştiyê derkevin. 
 
AMED 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî li pêşiya avahiya xwe ya li navçeya Rezanê daxuyanî dan. Berdevka Meclisê Havva Kiran di daxuyaniyê de axivî û sersaxî ji malbata Onder û hezkiriyên wî xwest. Havva Kiran, got: “Ji bo aştî û xwişk-biratiyê têdikoşiya. Em dayik ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin û êşa wan parve dikin. Serê gelê Kurd sax be. Ji bo pêşiya aştiyê veke, ji bo şer bide sekinandin têkoşiya. Weke rêhevalên wî em ê ala wî li ba bikin û aştiyê bînin. Dema aştî çêbû weke gelê Kurd em ê bên ser gora te û bibêjin ‘Hêviya te pêk hat, aştî hat.’ Em ê aştiyê bînin vî welatî û Rojhilata Navîn.” 
 
ÊLIH
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Nûran Seçkîn ji gelan û malbata Onder re sersaxî xwest. Nûran Seçkîn, got: “Em ê berxwedan û têkoşîna Onder bidomînin û aştiyê pêk bînin. Hemû xebata wî ji bo aştiyeke birûmet, edalet û wekheviyan gelan bû. Hêviya me ew e ku hewldanên wî yên ji bo aştiyê vala dernekevin. Em bangî gelê Kurd û hemû gelên cîhanê dikin; em hewla wî ya ji bo aştiyê vala dernexînin. Em ê xwedî li hewldanên wî derkevin û pêş bixin.” 
 
RIHA 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Ji Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz, got: “Gelê Kurdistanê mirovekî gelek biqedir û qîmet winda kir. Di tevahiya jiyana xwe de daxwaza aştiyê kir. Wî ala aştiyê heta van rojan anî. Em wê alê dewr digirin.” 
 
Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz jî got: “Ne malê wî ne milkê wî hebû. Ji bo dayik negirîn têdikoşiya. Weke dayikên Kurd em soz didin ku dê ala têkoşîna wî li ba bikin. Îro Tirkiye bûye yek. Mîna biratiya te û me dixwest.” 
 
Piştî daxuyaniyê, dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. 
 
EDENE
 
Li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî daxuyanî hate dayin. Li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê Azîze Gultekîn axivî û got: “Li vê xakê tişta herî zehmet, daxwaza aştiyê ye. Rêhevalê me Sirri Sureyya Onder, bêyî ku bitirse û yek deqîqeyê dudil bimîne, di vê rêyê de meşiya. Dibe ku emrê wî têr nekiribe lê weke Dayikên Aştiyê em ê hêvî û daxwaza wî pêk bînin û aştiyê bînin vê xakê.” 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî hate dayin. Dayika Aştiyê Zeynep Aslan di daxuyaniyê de got ku Onder qasidê aştiyê bû û têkoşerê aştiyê bû. Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar jî sersaxî ji malbata Onder re xwest û got: “Îşala dê aştî were vî welatî. Wê demê em biçin ser gora wî û mizgîniyê bidin wî. Onder, qasidê aştiyê û şehîdê aştiyê ye.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket