Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin

  • rojane
  • 13:32 29 Nîsan 2025
  • |
img

RIHA - Di danişîna Doza Pirsûsê de ku bersûcên firarî tên darizandin, piştî 10 salan biryar hate dayin ku dîmenên têkildarî komkujiyê ji pisporan re bên şandin. 

DAIŞ’ê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi bombeyan êriş pêk anî. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin. 8’emîn danişîna doza komkujiyê ku bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî tên darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, rêveberên Şaxa OHD’a Rihayê û Baroya Rihayê û gelek parêzer tev li bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Yalçin Demîr ku di komkujiyê de birîndar bûbû axivî. Demîr, bal kişand ser xemsariyên ewlehiyê yên di roja komkujiyê de û got: “Polîsan, êrişî girseya dixwest mudaxileyî birîndaran bike, kir. Em ji bo rêhevalên xwe li vir in. Di van 10 salan de malbat hatin darizandin. Çendek meh berê 35 rêhevalên me hatin girtin. Niha li girtîgehên bi ewlekariya bilind di greva birçîbûnê de ne. Ji bersûcan Îlhamî Balî hatiye Tirkiyeyê û bi îstîxbaratê re hevdîtin kiriye, li nexweşxaneyê derman bûye. Der heqê van kesan de tu tiştek nehate kirin. Ahmet Davudoglû xwe îxbar kir lê dadgehê lê guhdar nekir. Lê sedema redkirinê nayê vegotin. Kesên berpirsyartiya wan di komkujiyê de hebûn hatin xelatkirin. Dewlet û îktîdar bi biryarên dayin re wek aliyê din xuya dikin. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin.” 
 
'EM MECBÛRIN BÊN VÊ DERÊ’
 
Fethî Aydin ku kurê wî Çagdaş Aydin jiyana xwe ji dest dabû jî got: “Ez jî di komkujiyê de birîndar bûm. Ev 10 sal in em ji cihên cuda tên vê derê. Em ji bo zarokên xwe tên û dê her bên. Me xwest pireke aştiyê ava bikin, ji zarokan re pêlîstokan bibin. Dîmen çima hatin jêbirin? Di êrişê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi mudaxileya hêzên ewlekariyê re hejmar derket 33’yan. Ambulans asteng kirin. 10 sal derbas bûn û kujerek li hundir e. Kesek bi tena serê xwe dê çawa komkujiyeke wiha bike? Ma ev hiqûq û edalet e? Ji bo em dengê xwe nekin der heqê me de doz tên vekirin. Em mecbûr in bên vê derê. Em ji bo her kesî bo edalet û aştiyê têdikoşin. Gel bi xwe Abdurrahman Omer Aslan girt û di çenteyê wî de ala DAIŞ’ê derket lê polîsan ew berdan. Ev kes niha memûr e. Ez der heqê wî de serlêdana sûc dikim. Divê were darizandin û cezakirin. Divê Ahmet Davutoglû were û her tiştekî bibêje. Dibêjin Sûriye di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, wê demê çima şexsên firarî nayînin?” 
 
'EM TEVEK ALIYEKÎ DOZÊ NE’ 
 
Ji parêzerên malbatan û Endama Platforma Edalet ji bo Pirsûsê Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku di van 10 salan de gelek dozger û şandeyên dadgehê guherîne û wiha got: “Em tevek jî di vê dosyayê xwe de xwe aliyek dibînin. Di komkujiyê de lêpirsîneke baş nehate kirin. Divê dîmenên mobeseyê ku 5 saet in û di dosyayê de nînin, li dosyayê bên zêdekirin. Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî ev demeke dirêj e li Sûriyeyê li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de dijîn. Divê ew ji wir bên anîn. Ev dosya, dosyaya sûcên li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin hemû daxwazên me yên berê bên bicihanîn û li Davutoglû were guhdarîkirin.” 
 
'HEKE LÊPIRSÎNEKE BAŞ BIHATA KIRIN KOMKUJIYA GARÊ NEDIHAT KIRIN’ 
 
Ji endamên Platforma Edalet ji bo Pirsûsê parêzer Serdil Îzol jî ev tişt anî ziman: “Ji bo Îbrahîm Halîl Yoldaş daxwazeke me hebû. Di danişîna berê de biryara anîna bi darê zorê hate dayin lê nehat cîbicîkirin. Em dixwazin were cîbicîkirin. Em dixwazin li kesên Yakup Şahîn pê re di nava dan û standinê de ye bên guhdarîkirin. Em dixwazin weke şahid li qeymeqamê Pirsûsê yê demê were guhdarîkirin. Heke lêpirsîneke baş di vê dosyayê de bihata kirin, Komkujiya Gara Enqereyê nedihat kirin. Heta niha jî Wezareta Karên Hundir daxwaza mudaxilbûna dozê nekiriye. MÎT’ê hevjîna Denîz Buyukçelebî anî vê derê. Qebûl kir ku endamê rêxistinê ye lê beraet kir. Bersûcên vê dozê tenê 3 kes nînin. Wezaretê got bombekarê Komkujiya Pirsûsê Suleyman el-Agal e lê tu caran li dosyayê nehate zêdekirin. Belkî niha negirtî be, em bi wê nizanin.” 
 
Endama platformê Ozlum Gumuştaş jî got ku ev 10 sal in ji bo edaletê têdikoşin lê dadgeh li dora 2 kesan dizîvire. Ozlem Gumuştaş, got: “Li gel ku birayê kesên Komkujiya Pirsûsê pêk anî di raporên îstîxbaratê de cih digirt jî heta Komkujiya Enqereyê nehate girtin. Gelek têkilî, agahî û belge hene. Tê gotin ku Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî li baregeheke li Idlibê dijîn.  Divê ew her du kes bên girtin û anîn. Belgeyên nehatin û muzekkereyên nehatine bersivandin hene. Divê der heqê van de tiştên pêwîst bên kirin.” 
 
HATE TALOQKIRIN
 
Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban, Hevseroka Şaxa OHD’a Rihayê Gul Fehîme Bînîcî, parêzer Dîcle Aksu, Ahmet Taş, Gokhan Dayik û Nahîde Polat jî xwestin daxwazên hempîşeyên wan bên qebûlkirin. Dozger jî xwest daxwaza guhdarîkirina li Davutoglû bê redkirin û li benda girtina bersûcên firarî bimînin. 
 
Şandeya dadgehê piştî naverê biryara xwe da. Şandeyê biryar da ku dîmenên têkildarî bûyerê ji kesên pispor re bên şandin, Îbrahîm Halîl Yoldaş bi darê zorê bînin dadgehê û danişîn taloqî 27’ê Mijdarê kir. 
 

Sernavên din

05/05/2025
12:06 Li Xana Axparê navê Onder li cadeyekê hate kirin
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket
11:40 Dema binçavmayinê ya êrişkar Tengîoglû dirêj kirin
11:36 Serdanên ji bo şîna Onder dest pê kirin
11:36 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 73.88’ê
TUÎK: Enflasyon derket ji sedî 48.73’yê
10:55 MKG’ê rapora xwe ya meha Nîsanê aşkera kir
10:42 Di 10 salan de tenê daxwazek qebûl kirin: Doz bêencam tê hiştin
10:17 DAIŞ’ê li Dêrazorê êriş kir
10:16 ‘Onder aştî weke wesiyet ji me re hişt’
09:50 Kesên tev li şîna Onder bûn: Em ê têkoşîna wî mezin bikin
09:47 Kesên teqawît di nava lepên krîzê de ne: Mûçe têra kirê nakin
09:27 AYM’ê ji bo girtina Songul Kapanci ya bi heman hincetê biryara binpêkirinê da
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2025’AN
08:53 Ciwanên Amedê ji bo Onder pankart daliqandin: Oxir be qasidê roja me
04/05/2025
19:34 Malbata Onder û DEM Partî dê sibe şînê danin
19:23 Amedsporê Adanaspor 4-0 têk bir
19:14 Gucenmez ê DEM Partiyî hate binçavkirin
19:10 DBP’ê êrişa li dijî Ozel şermezar kir
18:51 Cenazeyê Onder hate definkirin: Qasidê aştiyê nemir e
17:48 Ji bo xêzeromana Kurdî Gênco çalakî hat lidarxistin
17:42 Êrişên li dijî Elewî û Durziyan li Qamişloyê hatin protestokirin
17:28 Gezmîş, Înan û Aslan li Mêrsînê hatin bibîranîn
17:14 Şandeyeke Vatîkanê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:24 Alîgirên Amedsporê Onder ji bîr nekirin: Baba Îshak nemir e!
16:18 Li Pasûrê protestoya GES’ê
15:56 Nîşeya Îmraliyê ya bi destnivîsa Onder derket holê
15:50 Ji bo Hasîne Tekînê mewlûd hate dayin
15:39 Cenazeyê Onder ji bo definkirinê birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê
15:37 Kesên di Terteleya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hatin bîranîn
15:29 Îfadeya kesê êrişî Ozgur Ozel kiribû derket holê
15:04 Dayikên Aştiyê: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bidomînin
14:30 Rewşa girtiya nexweş a di greva birçûbûnê de giran dibe
14:22 Li Şengalê semînera ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hat lidarxistin
14:09 DEM Partiyê ji bo Onder li gelek bajaran şîn danî
14:08 Bakirhan û Hatîmogullari bertek nîşanî êrîşê dan
14:00 Derket holê ku êrîşkar 2 zarokên xwe kuştiye
13:26 DEM Partiyê bertek nîşanî êrişa li dijî Ozel da
13:17 Di derketina AKM’ê de li dijî Ozel êriş hat kirin
13:14 Ji bo kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayin çerax hatin vêxistin
13:13 Pervîn Bûldan: Te aştiya civakî pêk anî, niha dema aştiya mezin e
13:01 Bi nameya ji bavê xwe re nivîsandî xatir jê xwest: Ez bi te serbilind im
12:45 Tulay Hatimogullari: Gotina te dê tu carî li erdê nemîne
12:43 Bi deh hezaran kes ji bo Onder meşiyan
12:33 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Tu dê di dilê bi deh mîlyonan de bê veşartin
12:12 Tûncer Bakirhan: Em soz didin we ku wê ava Firatê biherike Marmarayê!
11:47 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Onder di merasîmê de hate xwendin
11:39 Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin
11:18 Sirri Sureyya Onder bû neferekî dilsoz ê têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê
10:46 Terteleya Dêrsimê di sala 88’emîn de ye: Divê rûbirûbûn çêbibe
10:42 Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKM'ê merasîm hat lidarxistin
10:41 Ji bo Sirri Sureyya Onder gel li AKM’ê kom dibe
10:18 HPG: Dewleta tirk di meha Nîsanê de 9 hezar û 790 caran êriş kir
09:51 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:49 Op. Dr. Yildirim: Sezeryan biryara şexsî ya nexweşan bi xwe ye
09:12 Li KURDÎGEH'ê serdema nû ya qeydan dest pê kir
09:05 KCK’ê têkildarî Sirri Sureyya Onder daxuyanî da
09:03 Li qadên jiyanê yên girtiyan kamera tên bicihkirin: Fermana wezaretê ye!
09:00 ROJEVA 4’E GULANA 2025’AN
08:00 Ahmet Turk: Wefata Onder windahiyeke mezin e
03/05/2025
21:53 Rêveberiya Xweser: Wê têkoşîna Onder bibe îlham
21:48 Bafil Talebanî: Gelê kurd dostekê xwe yê rast winda kir
21:45 Ji Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:27 Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:22 Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
21:17 Ji bo Onder şîn hat danîn
16:38 Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
16:35 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
16:10 Ji TJA'yê 'Diyalogên Jiyana Azad'
15:58 Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
15:52 Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
15:02 Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
14:27 Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
13:25 Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
13:16 Rapora meha Nîsanê ya DFG’ê: rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
12:28 MKG: Em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe
11:05 Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek
10:18 Berdevka YPJ'ê: Konferans ji bo pêkanîna banga Ocalan gava yekem e
09:55 31 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Aştî bi hevrûbûnê pêkan e
09:03 Şaredarê AKP'î yê berê otêla ku bi piştgiriya dewletê çêkiribû bi 90 milyonî firot dewletê
09:01 'Heya wekheviya zayendî pêk neyê edaleta avhewayê ne pêkan e'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
02/05/2025
16:39 Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin
16:17 Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'
15:47 Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin
15:12 Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan
14:39 Piştî doza Narîn Guranê daxuyanî hat dayin
14:28 Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir