Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wanê bi hezaran kesên tev li mitînga 1’ê Îlonê bûne bertek nîşanî polîtîkayên “şer, dagirkerî û tecrîdê” dan.  

 
Rêxistinên Ked û Demokrasiyê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qadan e. Li Wanê mitînga 1’ê Îlonê tê lidarxistin. Navnîşana mitînga ku bi dirûşma “Li dijî şer û dagirkeriyê aştî, li dijî tecrîdê em berxwedanê biqîrin” Parka Aştiyê ya Mûsa Anter e. Ketina qadê dest pê kir. Jinan li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê zincîra ji mirovan pêk anî û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Di mitînga ku jin û ciwan bi awayekî zêde tevlibûn de qûrnefîlên spî li dayikan hate belavkirin. Ji qadê her tim dirûşmeyên “Bijî aştî, bimire koletî” û “Bê serok jiyan nabe” hate berzkirin. 
 
Li qada ku mitîng lê hate lidarxistin dowîzên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve”, “Ji qirkirina jinê re na”, “ Ne ji şer re ji gel re budçe” , “Ji şer re na” , “Li dijî mirinê jiyan” û “Ji tecrîdê re na” hatin hilgirtin.  
 
‘EM Ê PARASTINA AŞTIYÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Rojbîn Bor axivî. Bor, xwest ku mitîng bibe wesîleya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrtê jî wiha got: “AKP’ê zextê li hemû mûxalefeta civakî dike û siyaseta wê ya şer a di pirsgirêka kurd de welat xistiye nava krîzekê. Kesên li dijî vê yekê derdikevin jî weke xayîn tên îlankirin. Ji ber şerê li welat heye, li welat tiştek di rê de naçe. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê parastina aştiyê bidomînin. Heta ku aştî neyê ser vê axê tu pirsgirêk çareser nabin. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêkên li welat nayên çareserkirin. Em ê li dijî faşîzmê bi rûhê berxwedanê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’  
 
Hevserokê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî jî wiha got: “Li Rojhilata Navîn şer berdewam dikin. Qasî ku em dibêjin biratî û azadî, ew kuştinê didomînin. Em ji vir careke din dibêjin êdî bes e. Divê bilezgînî destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin bê girtin. Divê polîtîkaya tecrîdê rabe. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û maseya aştiyê bê danîn.” 
Di vê navberê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. 
 
‘YEKANE DAXWAZA ME AŞTÎ YE’  
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî ev tişt gotin: “Em dizanin ku aştî nêz e. Aştî, azadî û xwişk û biratiya gelan e. Em weke dayikan bang dikin; bila kes ji aştiyê netirse. Heta ku aştî neyê li vî welatî tiştek nayê çareserkirin. Em ji kuştin, komkujiyan û qirkirina jinan re dibêjin êdî bes e. Ji bilî aştiyê daxwazeke me nîne.” 
 
‘AŞTÎ YEKANE TİŞTA KU MIROVAHIYÊ XELAS BIKE YE’  
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî ev tişt gotin: “Li dijî polîtîkayên şer ên emperyalîst bijî xwişk û biratiya gelan. Li vê cîhanê êdî mirinên mirovan weke îstatîstikekê tên dîtin. Peywîra ku dikeve ser milê me gelan piştevanî û israra di aştiyê de ye. Yekane tişta ku mirovahiya me xelas bike aştî ye. Desthilat bi zext û tayînkirinên qeyûman dîsa tê rojevê. Em vê polîtîkayê şermezar dikin. Tirkiye di mijara azadiyê de di nava 10 welatên herî xerab a cîhanê de ye. Ev tabloye jî têra heye ku welat di çi rewşê de ye. Em ji kesên ku hewl didin me bêdeng bikin re dibêjin; em natirsin û qet bi paş ve gavê jî naavêjin. Tişta ku weke nan û av û hewa pêdiviya me pê heye aştî ye. Em ê parastina aştiyê têkoşîna ji bo vê bidomînin. Em careke din kesên ku li ser erdnîgariya me xwînê dirijînin û anîna asta ku mirov nikare lê bijî şermezar dikin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/09/2024
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye